• DOLAR 32.52
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2437.401
  • ...
 "Hewil tê dayîn li ser lêpirsîna Aytaç Baran bê girtin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aytaç Baranê ku Serokê Yenî Îhya-Derê û endamê HUDA PARê bû berî vê 2 salan  ji teref PKKyiyan ve bi şikleke hovane hat qetilkirin. Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hat şehîdkirin li ser qebra xwe bi bernameya ku hat tertîpkirin bi minnet û rehmet hat yadkirin.Parêzer Evdilxanî Orhanê ku parêzerê dozê ye destnîşan kir hewil tê dayîn li ser lêpirsîna dosyaya Aytaç baranê ku li Diyarbekirê ji teref PKKyiyan ve li Diyarbekirê hat qetilkirin bê girtin.

Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew lêpirsîna di derheqê Aytaç Baranî de ya li Diyarbekirê hêj vekiriye  û berdewam dike. Orhan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji me re gotinên mîna ‘lêpirsîn veşartî ye, baweriya xwe bi dewletê bînin, miraq nekin, dewlet tiştê pêwîst dike.’ dibêjin û temamê muracatên me qebûl nakin.

 “Destek veşartî ket dewrê û ji bo  PKKê   dest bi şuxilandina polîtikaya eyn çênebe kir”

Orhan diyar kir Aytaç Baran bi sûîqesteke plankirî ji nêz ve hatiye şehîdkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî sûîqestê li Diyarbekirê  lêpirsîn hat destpêkirin. Lê hîkmeta wê çi be, hema piştî lêpirsînê  bi ya min destek veşartî ket dewrê û ji bo  PKKê   dest bi şuxilandina polîtikaya eyb çênebe kir.Û bi hinceta ewlehiyê dosyaya Baranî neqlî Kayseriyê kirin û li Kayseriyê darizandin dest pê kir. Elbest dosya bû du beş. Tenê şexsekî bi çek wek qatilê Aytaç Baranî hat girtin. Wekî din jî kesekî bi navê Sezgîn wek ‘qatil’ li Kayseriyê hat darizandin.”

“Bi ya me di mehkemê de di derheqê wî kesî de jî darizandineke ciddî nehat kirin”

Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesê bi navê Sezgîn di pevçûna ku li Şehîtlîka Diyarbekirê derket de hat kuştin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi vî awayî di dosyayê de kesek tenê ma. Bi ya me di mehkemê de di derheqê wî kesî de jî darizandineke ciddî nehat kirin û rêya bi lezginî riya girtina dozê girtin. Ji ber ku delîlên pêwîst tunebûn ew kes ji dozê beraat kir. Ew lêpirsîna di derheqê Aytaç Baranî de ya li Diyarbekirê hêj vekiriye  û berdewam dike. Ji me re gotinên mîna ‘lêpirsîn veşartî ye, baweriya xwe bi dewletê bînin, miraq nekin, dewlet tiştê pêwîst dike.’ dibêjin û temamê muracatên me qebûl nakin. Dema ku doz bi hinceta ewlehiyê neqlî Kayseriyê hat kirin û dema ku em çûn wê derê mirada me di ber me de ma.”

Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir qerar sûîqestê ya di derheqê Aytaç Baranî de ji teref elemanên PKKê yên ku ji çiyê hatin û li Komeleya Welatiyên Azad civînê li dar xistin ve hatiye dayîn û di derheqê vê sûîqesta ku hat kirin de mehkeme lêkolîn û lêpirsîneke ciddî û birêkûpêk nekiriye.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir