Di mala malbata Sûriyeyî de şewat: 4 birîndar
Li Entabê di mala malbateke Sûriyeyî de şewat derket, di encama şewata ku derket de 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Entabê di mala malbateke Sûriyeyî de şewat derket, di encama şewata ku derket de 4 kes ji ber dûyê şewatê birîndar bûn.
Bûyer li Taxa Ogretmenevleriya navçeya Şahînbeya Entabê di qeta 4emîn a apartmanekê de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di mala malbateke Sûriyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqînek pêk hat û dû re agir pêket.
Şêniyên apartmanê yên ku bi xebera agirê hesiyan xeber dan îtfaiyê. Ji ber xebera ku hat dayîn ekîbên îtfaiyê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî agir kirin û malbata ku di hindir de bû derxistin derve.
4 kesên ku ji dûwê agir tesîrdar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn rewşa kesên Sûriyeyî baş e.(ÎLKHA)