• DOLAR 32.264
  • EURO 34.712
  • ALTIN 2397.634
  • ...
Li Amerîkayê êrîş li pîrekên Misliman hat kirin: 2 kes hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li eyaleta Oregona Amerîkayê di nava trênekê de pêk hat.  Li gor agahiyên ku hatine wergirtin rêwiyek  di nava trênê de hewil da êrîşî 2 pîrekên ku yek ji wan Milsiman bû kir. Ji ber vê êrîşê kesên bi navê Rîcky Bestê 53 salî û Talîesîn Namkaî-Meche bi niyeta ku pîrekan mihafeze bikin mudaxeleyî bûyerê kirin.

 Kesê êrîşkar bi kêra bi xwe re êrîşî van her du kesên ku hewil dan mudaxeleyî bikin kir, di encama bûyerê de her du kes bi darbeyên kêran hatin qetilkirin û kesê bi navê Mîcah Davîd-Cole Fletcher jî birîndar bû.

 Hat hînbûn kesê êrîşkar ê ku navê wî Jeremy Chrîstîan e him dijminê Îslamê ye û him jî destekê daye Trump û taqîpkerê wî ye.

Rîcky Bestê 53 salî û Talîesîn Namkaî-Mecheyê ku bi niyeta ku pîrekan mihafeze bikin mudaxeleyî bûyerê kirin di medyaya civakî de wek qehreman hatin îlankirin û êrîşkarê bûyerê jî hat telînkirin.

Ev êrîşa herî dawî cardin dijmintiya Îslam û biyaniyan a li welatên Xerbê anî bîran. Di sala 2016an de li welatên xerbê tev de 2 hezar  800 êrîş hatin kirin ku di sala 2017an de hêj ev êrîş berdewam dikin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir