• DOLAR 32.56
  • EURO 34.928
  • ALTIN 2441.129
  • ...
Wekîlê reşik ê ku ezilkirina Trump dixwast hat tehdîdkirin: Em ê te bi darve daleqînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amerîkayê Al Greenê Endamê Kongreya Teksasê yê  Partiya Demokrat di Kongreyê de  cara ewil bi şikleke fermî  ji ber ku edaletê asteng dike ji wezîfê ezlkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump teleb kir. Piştî vê teleba ezlkirinê gefa mirinê li Al Green hat xwarin.

Al Green gefên ku lê hatine kirin bi telefonê qeyd kir  û di civîna ku li avahiya şaredariyê ya li Hounsonê hat tertîpkirin de  bi beşdarvanan re parve kir û bi wan da guhdarkirin. Green di civînê de destnîşan kir ew dîtina ku li Amerîkayê bi çi tiştî mucadele dikin.

Ew qeydên gefxwarinê yên ku Green bi telefonê parve kir balan kişandin li ser xwe:

“Hûn ê tu kesî ji wezîfê nestînin. Dixwazî biceribîne û em ê we hemûyan lînç bikin. Em ê we bi darê ve daleqînin. Ger ji wezîfê standin çêbibe ew jî dê ya te be. Berî ku em te daleqînin ew ê mehkemeyeke te kurt çêbibe.”

Green di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew ê serî li ber gefan netewîne  û heta niha gelek kes ji bo destekê lê geriyane.

Al Green di derheqê ezilkirina Trump de wiha gotibû: “ Ez ji ber ku Serokê Amerîkayê edaletê asteng dike bangê dikim da ku ew ji wezîfê bê girtin. Ez vê yekê bi mebesta siyasî nakim. Ez vê yekê dikim, lewra baweriya min heye ku li vî welatî tu kes ji hiqûqê serdesttir nîne. Û ev yek ji bo Serokê DYAyê jî derbas dibe.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir