"Ew ê doza Fîlîstînê qetiyen teslîmî îşxalkerên siyonîst neyê kirin"
Usame Hamdamê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filîstînê li Diyarbekirê beşdarî konferasna bi navê 'Şehîdên Mavî Marmarayê û Doza Me ya Qûdsê' bû.
Li Diyarbekirê ji teref HAY-DAR Weqfa Da’wet û Biratiyê ve konferanseke bi navê ‘Şehîdên Mavî Marmarayêû Doza Me ya Qûdsê’ hat tertîpkirin.
Usame Hamdamê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filîstînê, Miftiya Bajêr ê Diyarbekirê Burhan Îşlîyen, Serokê Giştî yê Îttîhadul-Ulemayê Mehmet Şenlîk, Endamê Îttîhadul-Ulemayê Abdulkudûs Yalçin, endamên partiyên siyasî, saziyên civaka siwîl û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Usame Hamdamê Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî yê Filîstînê qala serpêhatiyeke Muhammed Bîtaciyê ji Lîderên Îxwanê ya bi Elî Heyderê ku ji teref siyonîstan ve hat qetilkirin kir.
“Divê hemû kes weke ku doza temamê ummetê lê xwedî derkenekeve
Hamdan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê Filistîn qetiyen ji îşxalkerên sîyonîst re neyê teslîmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê hemû kes weke ku doza temamê ummetê lê xwedî derkenekeve, divê ev yek nebe tenê doza qewm û milletekê. Îro mucahîdên Xezzê ji bo azafiya Mescîda Eqsayê wek şêran tevdigerin û hewil didin vê micadeleya bi rûmet bidomînin.”
“Ew ê doza Filistînê ji îşxalkerê siyonîst re neyê teslîmkirin”
Hamdam diyar kir ew bi vê helwesta xwe û bi berxwedana xwe vê peyamê didin ummeta Îslmamê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê doza Filistînê ji îşxalkerê siyonîst re neyê teslîmkirin. Divê hemû kes weke ku doza temamê ummetê lê xwedî derkenekeve, divê ev yek nebe tenê doza qewm û milletekê. Ev doz dozeke wisa ye ku divê bêyî dayîna pazariyê bi siyonîstan re micadele bê kirin. Ez dixwazim mizgîniyê bidim we, ew ê digel hev bi izna Xwedê di demeke nêz de wek fatîhê Ummeta Îslamê li deriyên Mescîda Eqsayê bidin û têkevin wê derê.”
Hamdan di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew kirine hedef ew mehkûmên ku ev 36 roj bi greva birçîbûnê di zindanên siyonîstan de berxwedana xwe didomînin derxînin.
Bername bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)