Ji bo Almanyayê şerta Încîrlîkê: Bila FETOyîst bên îadekirin
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel di derheqêqeyrana Încîrlîkê ya di navbera Tirkiyê û Almanyayê de daxuyaniyek da.
Ji teref Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel ve di derheqê qeyrana Încîrlîkê ya di navbera Tirkiyê û Almanyayê de daxuyaniyek hat dayîn, Gabrîel di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ‘Ji bo ziyareta eskerên Almanyayê îadeya îltîcayan tê xwestin.”
Gabrîel di daxuyaniya ku di dema ziyareta Washîngtonê li Navenda Lêkolînên Navneteweyî û Stratejîk da de di derheqê hejmera kesên ku îltîcayî wan kirine de diyar kir heta niha 450 kes serîlêdanan îltîcakirinê li wan kirine û ew ji van 450 serîlêdanan ya 80 kesan qebûl kirine. Gabrîel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha hikûmeta Tirkiyê ji bo ev kes bên hepiskirin ji me îadeya van kesan teleb dike. Ev rewş ji teref muttefîkê NATOyê ve li muttefîkeke din a NATOyê re sepana şantajê ye. Ev qetiyan ne mimkun e.”
Berî niha hatibû diyarkirin ku 40 personelên eskeriyê yên FETOyîst ên ku li baregahên FETOyê wezîfedar bûn piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê îltîcayî Almanyayê kiribûn. Wezîrê Parastinê Fîkrî Işik di derbarê mijarê de wiha gotibû: “ Em ji Almanyayê hêvî dikin ku van serîlêdanên îltîcayê qetiyan nenirxîne û wan endamên FETO îadeyî Tirkiyê bike.”(ÎLKHA)