• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Kahtayê êrîşa çekdarî: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Kahtayê di nîqaşa ku di navbera  birayan de ji ber lihevnekirina erdan dest pê kir de çek hatin bikaranîn. Nîqaş mezin û di nîqaşê de çek hatin bikaranîn. Di encama lihevdana ku derket de 2 kesên ku birayê hev in jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatine raghandin li Taxa Turanliya Kahtayê kesê bi navê H.C. yê ku zirbirayê kesên bi navê M.C. û Î.C. ye bi telefonê li wan geriya û ji wan xwest ku werin nav erd. Dema her du bira hatin nav erd zirbirayê wan H.C. gule li ser wan de reşand.

Di encama pevçûnê de 2 bira jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir