• DOLAR 32.266
  • EURO 34.731
  • ALTIN 2399.428
  • ...
 "Ger hûn Selahaddînê Eyyûbî ji bîr bikin ew ê sîyonîst muzaffer bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref qûluba Bîlgî ve Erdem Ogrencî Toplulugu ve li Zanîngeha Dîcleyê konferanseke bi anvê ‘Ber Bi Ûmûdê ve Rêwîtî û Mavî Marmara’ hat tertîpkirin. Gulden Sonmeza  Endamê Lijneya Birêveberiya ÎHHyê beşdarî beranamê bû û axavtinek kir. Sonmez di axavtina xwe ya ku kir de dlestnîşan kir siyonîst ji wan bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên lidarxistin ditirsin.

 “Dema ku di keştiya Mavî Marmarayê de me binçav dikirin ji me pirs dikirin çima gelek kesên Kurd li vê keştiyê siwar bûne”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de qala hikmeta derketina rê ya Mavî Marmarayê kir û dû re qala Kurdên ku di keştiyê de bûn wisa kir: “ Kêêfa wan ji navê Selahaddîn re nayê Zehf ditirsin ku ji nav Kurdan Selahaddînek din derkeve. Dema ku di keştiya Mavî Marmarayê de me binçav dikirin ji me pirs dikirin çima ji Kurdan gelek kes li vê keştiyê siwar bûne.Ji ber yekî ku şehîd bûbû Diyarbekirî bû ev yek ji bo wan tiştekî tirsnak bû. Lewra bi van re tirsa ji nû ve derketina Selahaddîn heye. Ji ber vê yekê pir zêde ditirisin. Hûn li vê derê bernameyeke Qûdusê tertîp dikin û meşekê li dar dixin li îsraîlê bi îbranî gotaran dinivîsînin û dibêjin ‘Ji bo Qûdusê li Diyarbekirê ev tişt hat kirin’ Mesela hûn qet meraq dikin ew bernameyên  Wîladeta Pîroz ên ku ji teref Platrforma Evîndarên Pêxember ve tên tertîpkirin çawa li wan tesîr dikin? Ziravê wan diqete.

 “Bila pîrek li Diyarbekirê ji Qûdsê daxuyaniyekê bidin ew ê ev rewş ji bo îsraîl bibe rewşeke pir xetere ye”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger Selahaddînê Eyyûbî bê jibîrkirin ew ê sîyonîst bi ser kevin. Sonmez dû re wiha  dawî li axavtina xwe anî: “Li ser van axan projeya bê Îslamiyê projeya îsraîl û sîyonîzmê ye. Çima? Lewra ger Îslam biçe  ew ê sekulerîzm were û ger sekulerîzm herê ew  cihû bên van axan.  Lê ger Îslam li ser van axan be ev ax nabin ên cihûyan. Ger Selahaddînê Eyyûbî bê jibîrkirin ew ê sîyonîst bi ser kevin. Bila pîrek li Diyarbekirê ji Qûdsê daxuyaniyekê bidin ew ê ev rewş ji bo îsraîl bibe rewşeke pir xetere ye.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir