• DOLAR 32.452
  • EURO 34.756
  • ALTIN 2436.635
  • ...
Li Diyarbekirê ji birrîna ceyranê re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelek nişteciyên avahiyên li ser Cadeya Emeka Baglara Diyarbekirê ji ber ku ceyrana wan hat birrîn derketin derve. esnaf û hemwelatiyên ku bihayê banoyê ya 72 hezar TL nedane ji teref Dîcle EDAŞê ve ceyrana wan hat birrîn. Ji ber vê yekê wan alîkarî xwestin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin di serî de Baglar gelek panoyên ceyranê yên avahiyan ji bo ku werin guhertin ji teref Dîcle EDAŞê ve biryar hat dayîn û deynê berê jî di fatureyan de dan nîşan. Ji ber vê yekê gelek nişteciyên avahiyên hawîrdor naxwazin ku panoyên wan werin guhertin. Dîcle EDAŞ jî nîvê şevê ji trefoyan saetan jê kir û gel bê ceyran hêşt.

Ahmet Ekîncî idîa kir ku Dîcle EDAŞ nîvê şevê ziviriye bi kêfa xwe ceyranê biriye û gel bê ceyran hêştiye.

“Heke qeçaxa me heye were tespît bike û ceza bibire”

Ekîncî diyar kir ku 72 hezar TL ji temamê apartmanê re hatiye birîn û mimkun nîne ku mirov vê yekê qebûl bike. Dûvre Ekîncî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em dibêjin wan ceyranê berdin ji me re dibêjin tu rêvebir tune. Hûn dikarin ceyranê bibirin û nikarin ceyranê berdin? DEDAŞ dibêje divê ku pano werin guhertin. Bila bigûherîne. Lê 72 milyar pere dixwaze. Heke qeçaxa me heye were tespît bike û ceza bibire. Lê qeçaxa me tune em çima bidin? Ji min re dibêjin ‘bila dengê xwe dernexe dê perê wî bidinê’.  Saet hatin guhertin ceza dan hemî kesan. Pirraniya van însanan kirêdar in. feqîr û fuqara ne.”

Mehmet Ozman wiha axivî: “DEDAŞ resmen eşqiyatî kiriye. Bes ji bo ku panoyeke di avahiyê de nehatiye guhertin ceyrana herkesê dibirin. Belkû camêr naguherîne. Tu nikarî bi zorî panoya tu kesî biguherînî. Ev dî kîjan qanûnê de heye? Him diguherînin û him jî ceza dibirin. Însanên ku li vir dijî faqîr in. Ji her yekî ji wan re 4 hezar TL ceza birîn. Însanan mexdûr kirin.”

Ozmanê ku diyar kir ceyrana wan vê gavê jî tune dest nîşan kir ku derebeyên wan girtî ne û dikanên wan nehatine vekirin. Dûvre Ozman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di kîjan memleket û dinyayê de dijîn? Bêberpirsyariyeke wiha tune. Rêvebir çawa ji DEDAŞê hesap napirsin? Ev gor kêfa xwe ceyrana gel dibirin. Ev sûc nîne? Berteka însanan ev e. Ceyrana van belengazan tune.”

“Dê em giliya vê yekê bikin”

Ozmanê ku diyar kir dê giliya Dîcle EDAŞê bikin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pirraniya esnafê dizane ku pirsgirêk arizeya ceyranê ye. Tu kes nizane ku birrîna ceyranê kêfî ye. Em gor kêfa xwe bi gel re muamele dikin. Heqê wan tune ku deqeke jî ceyrana min bibirin. Heke qeçax e were tespît bike û ceyranê bibire. Çima kesekî din di şûna min de ceza bikêşe? Dê em giliya vê yekê bikin.”

“Em dixwazin ku pirsgirêka ceyranê were çareserkirin”

Habîb Sîmpîl û Cahît Altun ên ku esnaf in wiha diyar kirin: “Heqê DEDAŞê tune ku kesî îstîsmar bike. Em ava cemidî nadin mişteriyê xwe mişterî diçin ciyên din. Wek esnaf ez karê ceyranê şermezar dikim.Derebeyên me nayên kirin û em nikarin bixebitin. Serê sibê rizqê me diçe. Ji ber vê yekê em dixwazin ku pirsgirêka ceyranê were çareserkirin.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir