• DOLAR 32.443
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2442.068
  • ...
"Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bira Mustafa û Îsmaîl Kaplan ên ku li gundê Gureniza girêdayê Entabê dijîn destnîşan kirin ew şivantiya ku karê pêxemberan bû bi eşq û şewq dikin û piştî kalîna mêşin û bizinan ew betilandina xwe ya temamê rojê ji bîr dikin.

Mustafa Kaplan (22) û Îsmaîl Kaplan (18) ku destnîşan kirin ew vê karê bi eşq û şewq dikin diyar kirin xeyala wan ew e ku ew çêwligeke mezin saz bikin. Wan destnîşan kirin ku kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe.

Mustafa Kaplan, diyar kir ji ber ku ji şivantiyê hez kiriye wî dev ji xwendinê berdayê û li cem bavê xwe dest bi şivantiyê kiriye. Kaplan, ragihand û ew û birayê xwe vê karê hez dikin.

Kaplan, diyar kir hêj kû roj neavêtiye ew şiyar dibin û pirranî wextê xwe bi pez re derbas dikin. Dûvre Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Debara me bes ji heywandariyê tê. Em kareke din nakin. Em li derveyê bajêr naxebitin. Em bes bi heywandariyê mijûl in. Em ji zaroktiya xwe pê ve di nav heywanan de ne. Ji ber vê yekê em ji karê heywandariyê hez dikin.”

Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi jiyana sirûştî re hemhal in. Em her tim di van zozanan de dizivirin. Em di saet 08.00an de dikevin rê. Di saet 12.00an de jî av didin pez. Dûvre qasê 2 saetan pez radizê. Piştî vê yekê em pez diçêrînin. Di germahiya esrê de jî em av didin pez û heta êvarê diçêrînin.”

“Çawa ku însaneke li zarokên xwe mêze dike em jî bi heman şiklê li heywanên xwe mêze dikin”

Kaplan wiha pê de çû: “Em her roj 6 saet vê karê dikin. Em bi vê yekê aramî û hizûrê dibînin. Em havînê zêdetir dixebitin. Em zivistanên êm didin heywanan. Dema ku dibe behar em dûbare pez derdixin zozanan. Bi taybet ji ber ku di mehên baharê de çêrandina pez heye em ji şîrê wan baş îstîfade dikin. Çawa ku însaneke li zarokên xwe mêze dike em jî bi heman şiklê li heywanên xwe mêze dikin.”

“Em ji dibistanê direvîna dihatin vira”

Kaplan, diyar kir ji ber ku wan ji pez hez dikirin dev ji dibistanê berdane û vê karê kirine. Dûvre Kaplan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji zaroktiya xwe pê ve eleqedarbûna bi pez re hez dikin. Heta em ji dibistanê direvîna dihatin vira. Niha em qet poşman nînin. Em ji jiyana xwe memnûn in. Ji ber ku em vê karê dikin dizanin ku hevalên me tune. Lê wisa nîne. Em jî wek şivan bi hevdû re dibin heval.”

“Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe”

Kaplan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Piştî ku em êvarê tên malê em kêfxweş in. Dengê zingilên di sitûyê mêşin û bizinan de me şad dike. Kalekala pez betilandina me ya temamê rojê dibe. Em bi dengê wan heywanan hizûrê dibînin.”

Îsmaîl Kaplan jî diyar kir ku ew karê şivantiyê hez dike û ji ber vê yekê wî dev ji dibistanê berdaye. Her wiha Îsmaîl destnîşan kir ku zivirîna bi heywanan re ya li zozanan wî kêfxweş dike.” (ÎLKHA) 

































Bu haberler de ilginizi çekebilir