Li Colemêrgê pevçûn: 2 PKKyî hatin kuştin
Di pevçûna ku li Colemêrgê derket dePKKyî hatin kuştin û 7 esker jî birîndar bûn, her wiha di harekata asimanî ya ku li Colemêrgê hat kirin de 8 hedef hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Colemêrgê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di li Çelêya Colemêrgê di navbera esker û PKKyiyên ku dikirin êrîşê bikin de pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de 2 PKKyî hatin kuştin û 7 esker jî birîndar bûn.
Her wiha ji teref TSKyê ve hat ragihandin hareketa asimanî li herama Zap û Çelê hatiye kirin û di operasyonê de 8 hedef hatine îmhakirin.(ÎLKHA)