• DOLAR 32.5
  • EURO 34.965
  • ALTIN 2441.1
  • ...
Ji taşeronên emperyalîzmê bêtehemûliya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke tê zanîn doh li Diyarbekirê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ bi beşdarbûnên bi sedhezaran kesî û bi beşdarbûna mêvanên ji derveyî welêt hat tertîpkirin. Ev bernameya ku hat tertîpkirin di rojeva Tirkiyê de cihekî gelekî muhîm girt. Lê belê dîsa heman bernameya Wîladeta Pîroz a ku hezkirî û dildarên Hz.  Muhammed Mustafa anî bal hev bû hedefa çapemeniya sosyalîstên çepgir. Ev saziyên çapemeniyê yên ku tetîkkêşên li sehayê yên DYA û Awrûpayê ku aktorê sereke yê emperyalîzma li erdnigariya Îslamê ne, ji ser bernameya Wîladeta Pîroz cardin dijmintiya xwe ya li hember Îslamê nîşan dan.

Qelemên îdeolojiyên malûm ên ku bi beranameyên jirêderketî û bi destên rêxistinên mîna LBGTΠ exleqa nesl û civakê xera dikin bi zimanên xwe jî tewra xwe ya li dijî bernameyên Îslamê  nîşan didin ku ev yek ji teref xelkê Tirkiyê ve bû sedema bertekan. Nexasim bikarhênerên medyaya civakî li dijî vê bêtehemûliya Wîladeta Pîroz a taşeronên emperyalîzmê re bertekên xwe nîşan dan.

Elbet ev kîn û nefret û wesfandina ‘mîtînga paşve mayî’ ya  çapemeniya sosyalîst a li dijî vê bernameya Wîladeta Pîroz û ya bernameyên mîna vê ne nû ye. Ji teref heman çapemeniya sosyalîst di wan salên borî de jî dîsa ev bernameyên Wîladeta Pîroz û bernameyên ku ji teref saziyên Îslamî ve ji bo islahkirina civakê tên kirin ve dîsa hatibûn hedefgirtin û heqaret li van bernameyan hatibû kirin. Nakokiyên van qelemên ku qêrînên antîemperyalîst davêjin û di rastiyê de jî  bi karên xwe ji navikê ve bi dagirker û mêtinkaran ve girêdayî ne di holê de ne. Ev qelem wê peyama ku di bernameya Wîladeta Pîroz hat dayîn nedîtin ku jixwe ev yek nedihat hêvîkirin.

Her weke ku dê bê bîran di bernameya Wîladeta Pîroz a ku doh li Diyarbekirê hat dayîn de ev peyam hatin dayîn: “ Ji zaliman hêvîkirina heq û edaletê zillet e”, “sedema parçebûnê îxtîlaf in”, “ bêyî ku li mezhep, meşreb û qewm bê nihêrtin divê yekîtî bê damizrandin”, “ Ji bo edalet bê tesîskirin divê li dijî zilmê wek dîwarê polan bê sekinîn”, “ pevçûn û çek ji aştî û sulhê re asteng e”, “derew, îftîra û xeberên çewt sedemên girîng ên şer in”, “ Neyartî li qewmê dive  tu kesî sewqî bêedaletiyê neke”, “ji feqîrî, birçîbûn û xezaniyê rizgarbûn û îhyakirina alîkarî û piştevaniyê derbas dibe.” 

Digek van peyamên ku hatine dayîn çapemeniya sosyaslîst vê bernamê haqîr dibîne û vê bernamê rexne dike ku ev yek jî nîşan dide ka ew ji kî re bûne angeje û ji kî re xizmetê dikin.

Dîsa tê zanîn li Tirkiyê û nexasim jî li Kurdistanê him Awrûpa, DYA û Îsraîl û him jî klîk û rêxistinên çepgir qet tehemûlî tu rengê Îslamî nakin û di navbera dijmintiya wan a li hember Îslamê de tu ferq tuneye ku ev rewş jî ji îro re ne xas e.

Ji rexekî ve Emperyalîz ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike bi çekên konvansîyonel îşxalan dike û ji rexê din ve jî hevkarên wan ên mehelî yên ku taşerontiyan  wan dikin jî tevlîhev bikin û wan ji emperyalîzmê re bikin xizmetkar. Ev heqîqet tê zanîn. Ji ber vê yekê emperyalîst û çapemeniya sosyalîst wan xebatên ku pê civak, xort, malbat û neslê islah dike û rizgar dike hedef digrin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir