• DOLAR 32.576
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2435.713
  • ...
"Ev bername zaferên berê yên Îslamê tînê bîra me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Qada Newrozê ya Diyarbekirê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.  Alim û siyasetmedarên ku ji Urdun, Misir û Sûdanê beşdarî bernamê bûbûn bernamê ji ÎLKHAyê re nirxandin. Alim û siyasetmedar diyar kirin  ev cûr bername zaferên berê yên Îslamê tînin bîra wan  û gotin rizgariya Ummeta Îslamê ji fêmkirina peyama Hz. Muhammed derbas dibe.

“Ev dîmena ku ez niha dibînim zaferên berê yên Îslamê tîne bîra min”

Muhammed es-Saxîrê Endamê Şuraya Meclîsa ku bi darbeya bi xwîn hatiye feshkirin e di derbarê mijarê de diyar kir ev bername meydanên Tahrîr û Rabîa tîne bîra wî. Saxîr dû re wiha got: “ Ev dîmena ku ez niha dibînim zaferên berê yên Îslamê tîne bîra min. Hetta ev tablo wê meydana Tahrîrê ya ku me li wê derê Husnu Mubarek da erdê û wê meydana Rabîayê ya ku lê li dijî zilmê micadele dihat dayîn tîne bîra min. Ez ji Xweda niyaz dikim vê tabloyê li wan beldeyên din jî bide nîşandan. Ev bername divê tenê nebe bernameya ku laş û beden lê tên ba hev. Berawajî divê ev bername qelbên me bîne ba hev û navbera me baş bike. Her wiha ez ji vê derê ji HUDA PARê ku destek û piştgiriyê daye bernam re teşekur dikim. Xweda di Qur’ana Kerîm de gotiye ‘nîqaş nekin, berberiyê nekin, ji hev veneqetin, ger hûn berewajiya van tiştan bikin dê hêza we kêm bibe.’ Xweda her wiha gotiye ‘pevre xwe bi benê Xweda bigrin.’ Îbnî Abbas benê Xwedê wek Qur’anê wesfandiye. Tiştê ku dikev para ummetê jî bi şikleke jidandî xwe bi Qur’anê girtine. Ji ser vê yekê wehdet û yekîtiya Îslamê pêk anîne.”

“Niha 60 hezar Misliman di zîndanan de ne”

Saxîr di dawiya axavtina xwe de di derheqê rewşa niha ya Misrê de diyar kir niha 60 hezar Misliman di zîndanan de ne û nêzî 100 hezar kes jî tê lêgerîn û dû re wiha dawî li axavtina xwe zêde kir: “Hemd ji Xweda re ku ev teşebûsa darbê ya li Tirkiyê bi ser neket. Ew Xerbê ku doza medeniyetê dike piştevaniyê da Sîsî û destek da wan curmên wî.”

 “Ev kom dîroka berê ya bi nav û deng a Îslamê anî bîra min”

Îslam el- Xamriyê Serokê Buroya Tirkiyê yê Partiya Pêşveçûn û Bînayê ya ku li Misrê Şaxa Cemaeta Îslamî ye jî di derbarê mijarê de diyar kir ev bername jê re wan zaferên berê yên Îslamê dide bîrxistin. Xamrî dû re wiha got: “Bi hezaran însan li cihên cuda hatin vê derê. Her wiha ji gelek hereman alim li vê derê civiyan.Ev yek jî nîşanî me dide ku divê Misliman di nav yekîtiyê de bin û eslen divê ji hev veneqetin. Ev kom wê dîroka bi nav û deng a Îslamê tîne bîra min.”

Mislimanên li vê derê jî moral dane Misriyan

Xamrî di berdewama axavtina xwe de qala temaya bernameya îsal a bi temaya heq û edaletê nirxand û diyar kir temayeke pir xweş hatiye hilbijartin. Xemrî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serî de Serokkomar Muhammed Mursî û nêzî 60 hezar Misliman di bin îşkenceyan de ne. Digel ku tu sûcên wan tunebe jî bi zilmê di girtîgehan de tên girtin. Encax xelkê Misrê bi qerar e ku cardin Serokkomarê xwe nîne meqama wî û heqên xwe bi dest bixe. Teqez dê bi paşve gav navêje. Ev qeelbalixa li vê derê ji Misriyan re bûye moral û destek. Ev qelebalix ji Misriyan re wiha dibêje ‘ Ey ehlê Misrê bi paşve venekişin, em ummetek in, çawa ku em maf û heqên xwe parastibe wisa jî em ê heqên we jî biparêzin. Ji ber ku cudahiya ummetê tuneye êş û elemên ku hûn dikşîni n êş û elema me ye.’ Ez jî sebrê tewsiye xelkê Misrê dikim.”

Endamê Yekîtiya Alimên Kenyayê Hesen Selmanê ku ji Sûdanê  beşdarî bernamê bûye di derbarê bernamê de hest û ramanên xwe anî zimên û diyar kir ev qelebalixa li qadê bi eşqa Hz. Muhammed dişewite, me li vê derê dît ku ev kom koma ‘Laîlaha îllalllah’ e.

Dr. Aîş Elebbanê di Zanîngeha Yermukê ya Urdunê de wezîfedar e û beşdarî bernamê bûye jî diyar kir ez xwe niha li Kabê hîs dikim, li vê derê temamê Mislimanan mil dane hev û digel kesên  spî, reşik, Tirk, Kurd û Ereb weke ku Kabê tewaf dikin bi mirov didin hîskirin, rizgariya Ummeta Îslamê ji fêmkirina peyama Hz. Muhammed derbas dibe.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir