• DOLAR 32.789
  • EURO 35.084
  • ALTIN 2443.082
  • ...
Şaxa Ciwaniya HUDA PARê gul belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Şaxa Ciwaniya Diyarbekirê ya HUDA PARê ya ku li navçeya Sûra Diyarbekirê bi minasebeta heftiya Wîladeta Pîroz di bergeha ‘Ji Pêxember re bi Hezaran Selewat’ de li esnaf gul belav kir.

Serokê Şaxa Ciwaniya Diyarbekirê ya HUDA PARê Yasîn Dursunê ku bi serokên Şaxiya Ciwaniya Navçeyên Diyarbekirê û endamên xwe re gul belav kir destnîşan kir ku qalkirin û fêmkirina Hz Muhammed pir biqîmet e.

Dursun, destnîşan kir însana ku di fikr û ramana wê û jiyana wê de Hz Pêxember tunebe ew însan hizûr û seadetê nabîne. Dûvre Dursun wiha axivî: “Hz Pêxember û doza mezin a ku Wî ji me re aniye hizûrê dide me. Beriya rêya xelasiyê vedike. Wekê ku tê zanîn navçeya me ya Sûrê musîbeteke mezin li paş hêşt. Însanên ku hêj jî bandora vê yekê jibîr nekiriye îro dîsa bi Hz Pêxember hizûrê dibîne. Bi Wî rûyê wan dikene.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir