• DOLAR 32.45
  • EURO 34.757
  • ALTIN 2437.327
  • ...
"Êdî wextê jihevpirsîna hisabê ya bi Xerbê re hatiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berdevkê Partiyê Mehmet Yavuz di derheqê rojevê de nirxandinan kir û wiha diyar kir: “Êdî wextê jihevpirsîna hisabê ya bi Xerbê re hatiye, divê makeqanûneke ku li dijî Xerbê û bi nirxên xelkê re lihevhatî be bê amadekirin.”

“Digel  mayîna di nav pergela Xerbê de jihevpirsîna hisabê ya bi Xerbê re nabe”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir di her halê de mudaxilbûna welatên Xerbê nayê qebûlkirin û wiha axivî: “ Divê ev jihevpirsîna hisabê ne di nav pergel û xweferzkirinên Xerbê de be. Lewra digel  mayîna di nav pergela Xerbê de û bi digel pergela xweferzkirinê ya Xerbê jihevpirsîna hisabê ya bi Xerbê re nabe. Ji dêla van de dibê tasarimên siyasal ên ku bi bawerî, nirx, adet, çand û orfê xelkê re lihevhatî be bê înşaakirin û dû re jihevpirsîna hisabê ya bi Xerbê re bê kirin.”

“Divê ew meseleyên ku di bergeha YA de diqewimin tev de ji xelkê bê pirsîn”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de ji bo çareseriya mişkîleyan, xelkê wek adres nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê ew meseleyên ku di bergeha YA de diqewimin tev de ji xelkê bê pirsîn û di derheqê van de referandûm bê kirin. Bi kirina vê yekê dê helwesta Tirkiyê ya li dijî Xerbê dê eşkeretir be.”

“Divê ji Xerbê bê gotin ‘Bisekine!”

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir dibe ku bi Ewrûpayê re cûrbecûr têkilî hebin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibe ku di warê îqtîsad, çand û civakî de têkiliyên me bi Ewrûpayê re hebin. Ewrûpa vê yekê ji xwe re wek mafekî dibîne da ku mudaxilî karên me û me bibe.  Ji ber vê yekê divê ji Xerbê bê gotin ‘Bisekine!’  Em binê ve yekê bi taybet  bixêz dikin.Ev helwest û ev jihevpirsîna hisabê encax bi çêkirina makeqanûneke nû ya bi bawerî û nirxên xelkê re lihevhatî be û bi redkirina wesayeta Xerbê ya li her derê mimkûn e.”

Yavuz di daxuyaniya ku da de di derbarê encamên referandûmê de jî diyar kir  divê mekanîzmeya sîyasî hemû kesên ku gotine erê û na hemêz bike û wiha got: “Em wek HUDA PARê di referandûmê de me armanc kir ku  wesayeta kurewî bi paşve bixin.”

Yavuz her wiha di derheqê doza Yasîn Boru de jî diyar kir rêya vê dozê heta axretê dirêj dibe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir