Ji Rûsya û Îranê di derheqê êrîşên hewayî yên TSKyê de daxuyanî
Ji teref Rûsya û Îranê ve di derheqê êrîşên asimanî yên ku ji teref TSKyê ve li Şingal û Karaçokê hatine kirin de daxuyanî hat dayîn.
Arîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ez nizanim ka di derheqê vê yekê de xeber hatiye dayîn an na, lê ev cûr operasyonên eskerî yên bêtesdîq tên kirin ew ê pêvajoya muzakerê û rewşa giştî ya li heremê bi şikleke neyînî tesîrdar bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku bi îmzeya Wezîrê Karên Derve Behram Qasimî hat weşandin de jî hat diyarkirin ew êrîşa ku li Şingalê hatiye kirin dê bibe sedema bêîstîqrariyê.(ÎLKHA)