• DOLAR 32.517
  • EURO 34.765
  • ALTIN 2399.842
  • ...
Tankera ku derbasî şerîda din bû otomobîlê eciqand: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li ser Rêbeja Nisêbîn-Qoserê tankera ku şofêra wê Mehmet Otorkan bû hêj ji ber sedemeke ku nayê zanîn ji kontrolê derket û derbasî şerîda din a rê bû. Tankera ku ji kontrolê derket otomobîla ku şofêrê wê Xayreddîn Dogan bû û ji hember dihat eciqand.

Di qezaya ku pêk hat de  Xeyreddîn Dogan(48) û xanima wî Azîze Dogan(47) jiyana xwe ji dest dan.

Piştî ku xebera qezayê hat hînbûn re ekîbên itfayê yên Şaredariya Bajêra Mezin a Mêrdînê, UMKE û ekîbên serwîsa acîlê çûn cihê qezayê. Ekîbên ku hatin cihê qezayê pêşî qamyonê  kişandin û dû re ji bo cesedan ji otomobîla ku eciqî bû derxînin perçe kirin.

Şofêrê tankerê yê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.

Ethem Ariyê ku ji qezayê re bûbû şahid di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Tanker dema ku ber bi Nisêbînê ve diçû îxtîmal e ku tekela wê teqiyabe derbasî şerîda din bû û otomobîla ku ji hember dihat têxiste bin xwe û eciqand.”

Naskiriyên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin cihê bûyerê. Aydin Doganê biraziyê Xeyreddîn Dogan di derbarê mijarê de diyar ki  xalê wî ji Nisêbînê dihat û ji bo rêwiyan bigre diçû balafirgehê, di wê dema çûyînê de qeza pêk hatiye û her du jî wefat kirin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir