• DOLAR 32.565
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2451.391
  • ...
Yapicioglu: Barzanî pêşawa û serokekî ku hatiye hilbijartin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu  beşdarî bernameya  Herema Bêteref(Tarafsiz Bölge) a ku di CNN Turkê de ji teref Ahmet Hakan Coşkun ve tê pêşkêşkirin bû. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de di derheqê rojevê de nirxandinan kir. Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de jê hat pirskirin ‘Hûn wek HUDA PARê çawa li Barzanî dinêrin?’ Yapicioglu pirsa ku ku jê hat kirin wiha bersivand: “Barzanî pêşawa û serokekî ku ji teref xelkê Herema Kurdistana Iraqê ve  hatiye hilbijartin e.”

 “Barzanî pêşawa û serokekî ku ji teref xelkê Herema Kurdistana Iraqê ve  hatiye hilbijartin e.”

Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de di derheqê gelek mijaran da nirxandinan kir û pirsên ku jê hatin pirskirin bersivand. Di dema bernamê de pêşkêşvanê bernamê Ahmet Hakan Coşkun ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pirsa ‘Hûn wek HUDA PARê çawa li Barzanî dinêrin?’ kir. Zekeriyya Yapicioglu pirsa Ahmet Hakan wisa bersivand: “ Barzanî li Herema Kurdistana Iraqê zêdetirîn dengê xelkê standiye  û wek siyasetmedar û serokekî Kurd hatiye hilbijartin. Tu sebebên neyînî tunene ku em bi çavekî menfî lê binêrin. Tepkiya ku ji Barzanî re bê nîşandan dê bibe sedema nerihetiyê. Ne tenê ji Barzanî re, li wê derê Ereb, Tirkmen û qewmên din jî hene û ger ji wan şexsan re neheqî bê kirin û ger ew berteka ku ji wan bê nîşandan bi neheqî be wê demê temamê wan bertekên neheq dê min aciz û nerihet bikin. Dîsa bi heman awayî bila li Papua Yenî Gîneyê şexsek li ser serê 300 kesan be û dema ku neheqî li wî kesî jî bê kirin û bertekek neheq jê re bê nîşandan dê ev yek jî min aciz û nerihet bike.”

 “Divê muheqqeq ev bernameyên Wîladeta Pîroz bên domandin”

Yapicioglu di bernameya ku beşdarî bû de di derheqê manşeta rojnameyekê ya ku tê de bernameyên Wîladetên Pîroz wek ‘Projeyên FETO’ dihatin wesfandin de jî nirxandinan  kir.  Yapicioglu di nirxandina ku di derbarê mijarê kir de wiha diyar kir: “Kesên ku dibêjin bernameyên Wîladeta Pîroz projeyên FETO ne dixwaze bila haya wan jê hebe û dixwaze bila haya wan jê tunebe ji FETO re xizmetê dikin. Lewra projeya rêxistina ku jê re FETO tê gotin Îslameke bê Muhammed e. Ango ji lefza anîna şehadetê derxistina ‘Muhammed Resûlullah’ e. Ev rêxistin bi vê yekê dibêje ‘kesên ku lefza ‘Muhammed Resûlullah’ nebêjin û kesên ku pêxembertiya, Resûltiya Hz. Muhammed qebûl nekin jî dikarin têkevin cennetê.’ Fikriyateke wisa ya vê rêxistinê heye. Ji ber vê yekê bi ya min ji bo hay ji Hz. Muhammed çênebe û ji bo ku ew baş neyê fehmkirin projeyeke wisa tertîp kirin. Bernameyên Wîladetên Pîroz wesîle ne ku tiştên ku Hz. Muhammed aniye, doz û jiyana wî  çêtir û baştir fêmbikin.”

Her wiha yapicioglu di bernamê de ji ber pirsên cûrbecûr ên ku jê hatin pirskirin wisa axivî: “ Di referandûmê de ji ber qerara erê ya HUDA PARê gelek kesên ku bêqerar bûn jî çûn ser sindoqan û dengê erê dan. Kesên ku referandûmê boykot kirin ger çûbana ser sindoqêan dê hinek ji wan jî dê dengê erê dabana. Mirov nikare bibêje temamê dengên naxêr ên HDPê ne, ev gotin ne rast e.”

Di bernamê de Ahmet Hakan ji Zekeriya Yapicioglu pirsa sedema nerehetbûna dilê wan a di warê dengdayînê de kir. Yapicioglu di derheqê pirsa ku jê hat kirin de diyar kir kesên xwediyê nasnameyên Îslamî yên ku bi kumpas û komployên FETO hêj di hundir de ne hene. Hikûmet di vê mijarê de qet tu gavan navêt ku ji sedemên sereke ya nerehetbûna dilên me yek jî ev.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir