• DOLAR 32.576
  • EURO 34.983
  • ALTIN 2447.426
  • ...
Heke Umet Pêxemberê xwe nas bike dê dawî li DYA û Ewrûpayê were"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Hênêya Diyarbekirê bi temaya ‘Pêxemberê Heqq û Edaletê Hz Muhammed’ bername hat lidarxstin. 

Serokê Îrşad-Dera Hênê Muzaffer Karavîl, diyar kir ku Platforma Evîndarên Pêxember li gelemperê Tirkiyê û gelek welatên Ewrûpayê bernameyên Wîladeta Pîroz lidar dixe.

Karavîl wiha axivî: Qaîde, prensîp, exlaq û sineta ku Wî aniye pîrekên ku zulm li wan dihat kirin û qîzan xelas kir. Edalet, bes bi îmanê tê. Ji ber vê yekê divê ku hemî îktîdar û dewlet Resulullah bikin rojev û sîret û exlaqa sîreta Resulullah bixin nav mifredatê. Bê Resulullah edalet, heq û hiqûq nayê.”

Mela Azîz Topkaya, di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ku Hz Muhammed ji teref Xweda ve hatiye terbiyekirin. Topkayayê ku qala civaka ku Hz Muhammed tê de bû kir wiha destlnîşan kir: “Ew di civakeke ya ku tê de mişrîk, zalim, cahil, heq û hiqûq nedizanîna. Di gel vê yekê civak ji Resûlê Xweda re tişteke digot. Jê re digot Muhammedu’l Emîn. Piştî ku Xweda Pêxemberî da Wî îftîra avêtin Wî û heqaret lê kirin.”

Di bernameyê de Serokê Giştî yê Platforma Kervana Şehîdan Omer Çelîk axavtineke kir. Çelîk diyar kir ku xelasiya însanan bi meşandina di rêya Pêxember de mimkûn e.

Çelîk, wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li navçe û gundan qala jiyana Pêxember dikin. Dê hinek ji vê nûrê aciz bibin. Wekê hezar 400 sal berê dema ku Pêxember hat dinê Yahudiyan xwestin ku wê ji holê rakin. Sûîqasta Wî kirin. Hewl dan ku wî qetil bikin. Mişrîkên Mekê hewl dan ku Wî bikûjin. Xweda Wî ji niyeta wan a xerab parast. Îro jî însanên ku di heman hişmendiyê de ne hewl didin ku astengî bixin nabeyna Misliman û Pêxemberê me.”

Çelîk, diyar kir ku DYA, Ewrûpa ku kesên ku gor wan herket dikin ji bernameyên Wîladeta Pîroz aciz dibin. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dê aciz bibin. Ciwan, pîrek û zilamên vê Umetê heke pêxemberê xwe nas bikin dê li Iraq, Sûrî xwîn û hêstir tunebe. Pîrek nebin jinebî. Dê êtîm çênebin. Dê dayîk û bav negirîn. Hadê em vê yekê fêm dikin. Kesên din ên ku ji Wîladeta Pîroz aciz dibin. Hinek însaf. Divê ku mirov ji Xweda bitirse. Hûn çima ji bernameyên Wîladeta Pîroz ên ku Evîndarên Pêxember, Diyanet û birayên me yên din lidar dixin aciz dibin. Mela, seyda û alimên me qala Resûlê Xweda dikin.” (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir