19 kesên ku encamên referandûmê protesto kirin hatin binçavkirin
Li Stenbolê 19 kesên ku encamên referandûmê protesto kirin hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Bajêra Stenbolê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin hinek kesên ku îddîa dikin qerara erê ne meşrû ye xwepêşan li dar xistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin 19 kesên ku hewil didan mîna bûyerên Geziyê bûyeran û aloziyê derxînin di derdora seat 04.30an de hatin binçavkirin.(ÎLKHA)