• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Sedema depresyonê kêmasiya manewiyatê û bêpêwendî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê(WHO) li tevahiya dinyayê 3222 milyon û li Tirkiyê jî nêzî 3 milyon 260 hezar  kes di bin tesîra ‘weqaya depresîf’ de ne.

Yrd. Doç. Dr. Tahsîn Kulayê Serokê Beşa Psîkiyatriyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê di derheqê mijarê de nirxandinan kir. Kula di nirxandina ku kir de diyar kir sedema sereke ya ku dibin sedema deprasyonê dîmenên wehşetê yên li dinyayê, kêmasiya manewiyatê û bêpêwendî ye.

Kula di berdewama axavtina xwe de qala dîmen û bûyerên ku li ser rûyê erdê diqewimin û dibin sedema bi şikleke neyînî jê tesîrdarbûnê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Ji bo însan karibin ji temamê mişkîle û problemên hene xelas bibin pêdiviya wan bi hişyarkereke dijwar re heye. Em ji vê yekê re manewiyat dibêjin. Ji bo însan karibe bûyerên derdora xwe û xwe bi xwe fêm bike divê pê re hîsa manewiyatê hebe. Pêwîst e hîsa manewiyatê hîsa edaletê bide wî însanî. Dixwaze îdarevan be, bav be, welatî be yan jî xoca be. Tu tişt ferq nake. Tu kî dibe bibe, tiştê ku tu naxwaze ji kesekî/ê din re tetbîq neke. Ji sedemên herî girîng a depresyonê yek jî bêpêwendiya bi hawirdorê re ye. Ji bo em karibin ji depresyonê xelas bibin divê têkiliya me bi dora me re bi qewet be. Ji bi Mislimanan mişkîleya îqtîsadî zêde tune ye, lê di warê dînî de gelek mişkîle hene. Di bingeha vê de jî ev tişt heye: Misliman  zêde meylî malê dinyayê kirin û hirs roj bi roj zêde dibe. Însan çi qas bi dinyayê ve bên girêdan problemên wan jî zêdetir dibin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir