• DOLAR 32.559
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2442.117
  • ...
 "Armanca êrîşa li Sûrî ya Amerîka ew e ku Tirkiye û Îran rû bi rû bibin "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin divê piştî ku DYA êrîşê baregeha Sûrî kir mirov xwe navêje bextê Amerîka. Lewra armanca vê êrîşê ew e ku Tirkiye û Îran rû bi rû bibin.

Navenda Giştî ya HUDA PARê, di derbarê êrîşa ku ji teref rejîma Sûrî ve li Îdlîbê hat lidarxistin û piştî vê yekê DYA jî êrîşa fuzeyî ya li baregehên Sûrî hat lidarxistin de nirxandinên girîng kir.

“Armanca êrîşê ya rastî ew e ku welatên wek Tirkiye û Îran ên ku garntorên pêvajoyê ne bên hemberê hevdû”

Di nirxandinê de wiha hat ragihandin: “Her çi qas DYA, vê êrîşê wek ‘cezakirina qetlîama kimyayî’ bide nîşandan ev yek çalakiyeke stratejîk e û amanc ew e ku pêvajoya Astanayê were bloqekirin. Armanca êrîşê ya rastî ew e ku welatên wek Tirkiye û Îran ên ku gaarntorên pêvajoyê ne rû bi rû bibin.”

Nirxandin wiha hat domandin: “Tirkiye û Îran ên ku garntorên pêvajoya Astanayê ne divê di civînê de ji bo ku agirbes li her derê Sûrî were tetbîqkirin û piştî vê yekê tu kesên ku mensûbê irq û mezhebên din in neyên tehqîrkirin û mafên wan wek qanûnî werin parastin israr bikin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mesele ew sînorên Sûrî di nabeyna DYA û Rusya de tê parvekirin û sînorên nû tên tayînkirin. Dûvre nirxandin wiha hat domandin: “Xwepêşandana hêzên wekê Rusya û DYA yên ku di sînorên Sûrî de lihev nayên, li Îdlîbê li ser canên mezlûm bê navber didome. DYAya ku polîtîkaya wek ewlehiya sîyonîst didomîne û li ser navê berjewendiyên xwe di warê şerderxistinê de pidspor e ji nû ve hewl dide ku xwîna ewladên mezlûm ên Ummetê dûbare bi Ummetê re bazarkarî bike.”

“Ji bo wan girîng nîne ku bi hezaran însan jiyana xwe ji dest dane”

Di nirxandinê de bal hat kişandin ku armanca hêzên emperyalîst ew e ku li erdnîgara Îslamê berjewendiyên xwe biparêzin. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Ji bo wan girîng nîne ku bi dehan bajar tên xerakirin, hurmet tên binpêkirin, bi milyonan însan dibin mihacir; bi sed hezaran zarok, extiyar, pîrek, zilam tên qetilkirin. Di vê bergehê de ya rastî armanca qetlîamên ku carinan DYA û carinan jî Rusya pêk tînin ne ew e ku piştgirî didin Esed.”

Her wiha di daxuyaniyê de daxuyaniya ku ji teref berdevkê dewleta Rusyayê ve wek; ‘Piştgiriya ku em didin Esed bê sînor nîne.’  û daxuyaniya ku ji teref Trump ve wek ‘êrîşa fuzeyê ya ku me li baregeha hewayî ya li Sûrî kiribû ji ber ku ji berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya DYAyê girîng bû hat lidarxistin.’ hatibûn dayîn hat bibîranîn.

“Derdê Amerîka ne laşên însanên ku hatin qetilkirin e fikirîneke wisa safbûn e”

Di berdewama daxuyaniyê de tespîtên wiha hatin kirin: “Tê zanîn ku bikaranîna çekên kimyayî jî tê de Rejîma Baasê di derbarê her cûr êrîşê de tu sînorên exlaqî nas nake. Derdê Amerîka ne laşên însanên ku di êrîşa li Îdlîbê hat lidarxistin de hatin qetilkirin e. Fikirîneke wisa safbûn e. DYA, beriya êrîşa fuzeyê agahî daye Ûris, Ûris jî vê agahiyê ji rejîma Esed re ragihandiye. Her wiha Rusya dikariya fuzeyên DYAyê bidaya sekinandin. Dema ku mirov li vê yekê mêze dike armanca vê êrîşê ne ew e ku rejîma Esed serûbin bibe.”

“Zext li gelê Sûrî tê kirin ku di nabeyna rejîma Esed û DYAyê de tercîhê bikin, ev zûlmeke mezin e”

Di nirxandinê de hat diyarkirin baweriya ku dê DYA li cem gelê Sûrî bibe çewtiyeke mezin e. Dûvre nirxandin wiha hat domandin: “Zext li gelê Sûrî tê kirin ku di nabeyna rejîma Esed û DYAyê de tercîhê bikin, ev zûlmeke mezin e.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hinek rêvebirên welatên Îslamê, Teşkîlata Yekitiya Îslamê û Konseya Yekitiya Korfezê wek piştgiriya ji DYAyê re daxuyanî dane. Ev yek rewşeke pir xemgîn e. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir