• DOLAR 32.56
  • EURO 34.928
  • ALTIN 2441.129
  • ...
"Sedema qetlîama li Îdlîbê ew e ku Misliman nayên cemhev"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn li Êlihê bi endamên çapemeniyê re hat cemhev. Şahîn diyar kir ku ji teref empertalîstan ve li erdnîgara Îslamê qetlîam tên kirin û ev qetlîama ku li Îdlîbê pêk hatiye bes ji qetlîaman yekî ye.  

 Şahîn wiha diyar kir: “Rastiyeke heye ku li Îdlîbê bi sedan însan mirine û bi sedan jî birîndar bûne. Ev dilê me hemiyan dişewitîne. Hama, Humus, Helebçe û îro jî Îdlîb. Mixabin ev qetlîam bêçarebûna Ummetê dide nîşandan. Sedema qetlîama li Îdlîbê ew e ku Misliman nayên cemhev û pirsgirêkên xwe çareser nakin. Me hertim vê yekê got; ‘em destên emperyalîstan dşi nav xwe de bikêşin. Wek Misliman em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heke em vê yekê nekin dê Amerîka, Ewrûpa, Rusya û yên din xêr û qenciya me nexwezin û qetilkirina birayên me bidomînin.”

“Çare ew e ku welatên Misliman werin cemhev”

Şahîn wiha pê de çû. “Di serî de Êliha me li gelek bajarên li herêmê gelê me vê yekê qebûl nekir û ji siyaseta çalan re jî misade nekir. Batman bi helwesteke baş tevger kir û di encama vê yekê de zirarê nedît. Însan û ciwanên ne nemirîn. Dikanên me nehatin xerakirin û şewitandin. Rastî li her derên erdnîgara Ummetê îradeyeke wiha were nîşandan dê pirraniyê pirsgirêkên welatên Misliman hel bibin. Çare ew e ku welatên Misliman werin cemhev.”

Şahîn di derbarê raydayîna gel a 16ê Nîsanê de jî nirxandin kir û sedema ku ew di referandûmê de dibêjin ‘erê’ wiha diyar kir: “Gelek sedemên ku dê em di referandûmê de bibêjin ‘erê’ hene. Ji van a  herî girîng ew e belkû Tirkiyê ji astengiyên li beriya makeqanûna derbeyê xelas bibe. Makeqanûna ku heta niha 18 car hatiye guhertin dê bi vê yekê re bibe 19 car ku tê guhertin. Lê digel vê yekê ruhê makeqanûna derbeyê tê parastin. Em dibêjin heke ev made derbas bibin înşaellah dê ji bo gelê me xêrtir bibe. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘erê’. Dabanê partiya me piştgirî dide vê biryarê. Dê di sandoqê de bibêje ‘erê’.”  (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir