• DOLAR 32.565
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2445.537
  • ...
"Taloqavêtina niştinê 'edaletê' derengî dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzerên mexdûrên Doza Yasîn Boru, diyar kirin ji bo ku biryara dozê beriya referandûmê neyê dayîn parêzerên bersûcan hewl didin û ji ber vê yekê jî beşdarê niştinê nabin. Ev yek jî edaletê derengî dike.

Parêzerên Doza Yasîn Boru yên ku beşdarê niştina 15 emîn bibûn diyar kirin ku parêzerên bersûcan ji bo ku biryara vê dozê beriya referandûmê neyê dayîn hewl didin. Di encama vê yekê de biryar tê taloqkirin û edalet jî dereng pêk tê.

Parêzerên Doza Yasîn Boru, piştî niştinê ji ÎLKHAyê re daxuyanî dan. Ji parêzerên dozê Hasan Bozdaş diyar kir ku bersûc hêj jî di girtîgehê de hevkariya xwe ya rêxistinî didomînin û hewl didin ku bersûcan di bin zextê de bihêlin.

Bozdaş, diyar kir ku ew ji 15ê Cotmeha 2015an pê ve hewl didin ku edalet pêk were. Dûvre Bozdaş wiha diyar kir: “Gor me êdî dawiya vê yekê hatiye. Me digot dê biryar di niştina 15 emîn de were dayîn.”

Bozdaş diyar kir ku di niştina berê de lijneya mehkemê gotibû heke kesên ku mazeret bidin hebe dê ji aliyê muvekîlê wan ve dosyayên wan werin cudakirin. Dûvre Bozdaş wiha ragihand: “Lê wek hevkariya bihev re hema hema nîvê parêzeran mazeret şandin û ji ber hiqûqî an jî tendirûstiyê beşdarê niştinê nebûn û niştinê dan psekinandin. Zarokê bi navê F.Gyê yê ku sûcê pê dane kirin di daxwaznameya ku navbera niştinê nivîsîbû de diyar kiriye ku bersûcên din zextê lê dikin û diyar kiribû ji bo ku beşdarê niştinê nebe zext lê hatiye kirin.”

Bozdaşê ku diyar kir di nabeyna parêzeran de hevkarî heye wiha pê de çû: “Bersûc jî di girtîgehê de hêj hevkariyên xwe yên rêxistinê didomînin. Rastî gor me ew hewl didin ku biryar beriya referandûmê neyê dayîn.”

“Bersûc hewl didin ku mehkemê bidin sekinandin”

Bozdaş ragihand ku bersûc hewl didin da ku mehkemê bidin sekinandin. Dûvre Bozdaş wiha destnîşan kir: “Lewra nîvê parêzeran beşdarê niştinê nebûn. Ev yek jî him ji bo xizmên şehîdan û him jî ji bo hemkarên me pirsgirêk derdixe holê. Em êdî hêvîdar in ku di celseya 24ê Nîsanê de biryar were dayîn.”

“Taloqavêtina niştinê ‘edaletê’ derengî dike”

Şaban Dalgin jî diyar kir ku taloqavêtina niştinê ‘edaletê’ derengî dike. Dûvre Dalgin wiha pê de çû: “Rastî edaleta mutleq di nezdê Xweda de ye. Lê di vê dinyayê de hindik jî bibe însan mirov hêvîdar e û temenî dike ku edalet pêk were. Heke ewlebûna li edaletê ya gel biderize di civakê de qaos çêdibe. Dê di civakê de herkes hewl bide ku edaletê tesîs bike. Ev yek jî ji bo civakê zirar e. Daxwaziya me ew e ku demildest qetîlên Yasîn Boru û hevalên wî werin tespîtkirin û dûvre werin cezakirin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir