• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokkomar Erdogan: Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana zindî ya CNN Turk/Kanal D ya weşana hevpar de daxuyaniyên girîng da. Serokomar Erdogan diyar kir ew bawer dike ku dê dengdayîna xelkê ji ser ji sedî 52an re ‘Erê’ derkeve.

Di dema bernameyê de  moderator ji Erdogan pirsa çûyîna Elmanyayê kir. Erdogan pirsa moderator wiha bersivand: “ Niha di rojeva min de tiştek wisa tune ye. Ew ê temamê van rojevan 16ê Nîsanê diyar bike. Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin, ew jî dikarin bi sûprîzan re rûbrû bimînin.”

Erdogan her wiha di derbarê şibandina ‘faşîst’ û ‘Nazî’ de jî diyar kir: “ Hûn azad in ku ji Erdogan re bibêjin ‘dîktator’, lê Erdogan ne azad e ku ji we re bibêje ‘Nazî’ û ‘Faşîst.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir