• DOLAR 32.566
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2443.109
  • ...
 "Medreseya Sor divê bê restorekirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Medreseya Sor  a ku li Cizîra Şirnexê ye xwediyê dîrokeke 700 salane ye û her wiha gorên kesên mîna Melayê Cizîrî û mirnîşînên Cizîrê tê de ye.Medreseya Sor a ku xwediyê çand û dîrokeke qedîm e niha ji ber bêxwedîtî dike hilbiweşe. Kesên ku rêya wan dikeve Cizîrê diçin Medresya Sor û gora Melayê Cizîrî ziyaret dikin û ji vê ziyaretê kêfxweş û bêxtewar dibin; lê belê dema kesên ziyaretvan derz û herikîna avê ya ji nava avahiyê û her wiha bêxwedîmayina medresê dibînin xemgîn dibin.

Medreseya Sor a çi qas berî niha  ji teref Qeymeqamtiya Cizîrê ve di sala 2008an de di bergeha ‘Projeya Parka Baweriyê ya Cizîrê de’ hatibe restorekirin jî  niha bêxwedî maye. Ji ber vê bêxwedîmanê kesên ziyaretvan diyar dikin divê rayedar  mudaxeleyî vê yekê bikin û xwedî li Medreseya Sor derkevin.

Huseyîn Sarmanê ku ji Edenê hatibû Cizîrê û Medreseya Sor ziyaret kir  di derbarê rewşa medresê de diyar kir ku ev yek rewşeke dilşewat . Sarman her wiha diyar kir pêwîst e eleqeyeke zêdetir nîşanî cihên dîrokî û çandî bê nîşandan.

“Divê xebatên restorasyonê bên destpêkirin”

Sarman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji Edenê hatiye Cizîrê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em hatin vê derê û me vê cihê pîroz ziyaret kir. Lê hal û rewşa vir qet nebaş e. Me bihîstik ku li vê derê gelek alim û zanyar gihaştine, lê belê rewşa vê derê qet nebaş e. Biya min  pêwîst e eleqeyeke zêdetir nîşanî cihên dîrokî û çandî bê nîşandan. Qet nebe xebata restorasyonê bidin dest pêkirin û parîkek zêdetir eleqe ji vê derê re nîşan bidin dê baştir bibe.”

 “Hêj li hawirdora medresê çop hene”

Sarman di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek derên medresê dilopan dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di hundir de mekaneke pîroz heye. Ji şibakaya wê av diherike û dilopan dike. Her wiha rutubet heye. Li hawirdora medresê hêj çop heye. Qet nebe tiştên mîna restorasyon û şînahîkirin bên kirin dê baştir bibe.”

Ciziriyê Agîd Deger jî di derbarê rewşa medreseyê de destnîşan kir medrese, medreseyeke qedîm e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev medreseya ku em niha lê ne Medreseya Sor e. Ev medrese gelek alim gihaştand. Lê di van pêlên dawî de qet eleqe û ehemiyet ji van medreseyan re nayê dayîn. Qebra Şêx Ehmed Cizîriyê ku xwediyê Dîwanê ye li vê derê ye.”

“Medreseya me qedîm ji bêxwedîtiyê re hatiye terkirin”

Deger di berdewama axavtina xwe de diyar kir medrese bêxwedî maye û wiha pê de çû: “Dema ku baran dibare gelek derên medresê dilopan dike. Em ji rayedaran teleb dikin ku dest bavêjin vê medresê û lê xwedî derkevin. Divê cardin bê restorekirin da ku kesên ziyaretvan medreseya me bi xweşikbûna xwe ve bê naskirin û nasandin.”(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir