• DOLAR 32.56
  • EURO 34.928
  • ALTIN 2441.129
  • ...
"Ji bo qezenca dinya û axîretê emekdarî tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Halît Memîşê 67 salî yê ku ev 53 sal e karê terzîtiyê didomîne ragihand ku ew ji vê karê hez dike. Wî piştî ku dibistanê qedandiye dest bi vê karê kiriye û heta ku umrê wî hebe dê ew vê karê bidomîne.

Memîş, diyar kir ku karê terzîtiyê jiyanê hînê mirov dike û mirov dibe xwedî tecrûbe. Dûvre Memîş wiha pê de çû: “Terzîtî meslekeke xweş e û wekê bazina zêr e. Ev 53 sal e ez karê xwe bi eşq û şewq dikin. Heta ku dest û pêyên min bigire dê ez vê karê bidomînim.”

“Eleqeya bi karê me re roj bi roj kêm dibe”

Memîş diyar kir piştî ku sektora hazir derket êdî ev kar wekê berê eleqe nabîne. Dûvre Memîş wiha pê de çû: “Min di sala 1965an de dest bi vê karê kir. Herî kêm 50 sal e ku ez vê karê dikim. Karê me beşeke ji hunerên sipehî ne. Em xizmetê ji însanan re dikin. Em him teşekur û him jî duaya însanan distînin û him jî pere qezenc dikin. Lê ji ber ku cil û bergê hazir derketine êdî roj bi roj eleqeya ji vê karê re kêm dibe.”

“Terzîtî ji meslekên îstîsna yên ku hurmet ji wan re tê kirin yekî ye”

Memîş diyar kir ku ew çendîn sal e vê karê dike. Lê digel vê yekê ew hêj bi eşq û şewq karê xwe didomîne. Dûvre Memîş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her cûr meslek xweş e. Zenaet wekê bazina zêr e. Heta ku karê miroşv hebe hewce bi sermayeyê tune. Mirov di civakê de him îtîbar dibîne û him debara xwe temîn dike. Bi taybet kesên ku bi karê terzîtiyê re eleqedar in zêdetir hurmetê dibînin. Her meslek wiha hurmetê nabîne. Terzîtî ji meslekên îstîsna yên ku hurmet ji wan re tê kirin yekî ye.”

“Kesên ku 2 rojên wan wekê hev bibe di ziyanê de ne”

Memîş diyar kir ku terzîtî karê pexêmberan bûye û Hz Îdrîs jî yekemîn terzî bûye. Ji ber vê yekê ew ji ber ku ew vê karê dike pirr bextewar e. Dûvre Memîş wiha diyar kir: “Tu faydeya betalbûyînê tune. Her tim zirar e. Divê ku mirov heta mirinê bixebite. Lewra bi xebatê him mirov xizmet dike û him jî mirov serxwe dimîne. Însanên betal her tim pirsgirêkên wan hene. Hevalên me jî ji bo ku em dev ji kar bernedin me îqaz dikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku bixebitin. Ji xwe Pêxemberê me (as) dibêje; ‘Kesên ku 2 rojên wan wekê hev bibe di ziyanê de ne.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir