• DOLAR 32.583
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2445.514
  • ...
Lîderê Dêra Katolîk ji bo "dîyaloga di nabeyna dînan de" diçe Misrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dewleta Bajêr ê Vatîkanê û Lîderê Dêra Katolîk Papa Francesco dê meha nîsanê biçe Misrê. Papa Francesco, dê li wir bi lîderên dînî û siyasî yên ku Melayê El Ezherê Şêx Ahmed El Tayyîb jî tê de ye re hevdîtin bike.

Di daxuyaniya ku li Vatîkanê hat dayîn de hat diyarkirin ku dê Papa di dîraka 28-29ê Nîsanê de biçe Kahîrê. Dê Papa Francesco bi vê ziyaretê re bibe 2 yemîn papayê ku Misrê ziyaret kiriye.

Ji ber ku El Ezher ji bo alema Îslamê navenda referanseke girîng e Papa ehemiyetê dide vê ziyaretê. Di heyama Papa Ratzînger ê berê têkiliyên di nabeyna El Ezher û vatîkanê de piştî axavtina xwe ya di sala 2006an de ya ku li Regensburgê li dijî Îslamê kiribû xera bibû.

Tê ragihandin ku di heyama Papa Francesco de Vatîkan hewl dide ku têkiliyên di nabeyna xwe û Kahîrê de sererast bike. Melayê El Ezherê Şêx Ahmed El Tayyîbê ji ber ku piştgirî dida cuntayê bertek jê re hat nîşandan par di meha gulanê de Vatîkanê ziyaret kiribû û bi Papa Francesco re jî hevdîtin kiribû. Bi vê hevdîtinê re Mela bibû yekemîn ji melayên El Ezherê yê ku bi papa re hevdîtin kiribû.

Di heyama herî dawî de di bin navê “diyalogên di nabeyna dînan de” di nabeyna rêvebirên Vatîkan û El Ezherê de hevdîtinên cûr bi cûr pêk tên. Vatîkan û Zanîngeha El Ezher meha borî li Kahîrê semînereke bi navê ‘tekoşîna bi şiddet, radîqalî û fanatîzma ku li ser navê dînê pêk tê’ lidar xistibûn. Di vê civînê de Serokê Lijneya Diyaloga Di Nabeyna Dînan De ya Papahiyê Kardinal Jean-Louîs Tauran, Vatîkanê temsîl kiribû.  (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir