• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Îddîanameya FETO:Ewlehî di 6-7ê Cotmehê de bi zanebûn bi derengî û îhmalkarî tevgeriyaye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dozgerî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin  kadroyên di nava rêxistina FETOyê de ji sala 2014an vir ve kiryar û sepanên ku karên PKKyiyan hêsan dike kirine. Her wiha hat diyarkirin di 6-7ê Cotmeha 2014an de  ewlehî di warê mudaxelekirina cihê bûyerê û di warê mudaxelkirina kesên PKKyî yên ku Yasîn Boru qetil kirin de bi zanebûn bi derengî û  îhmalkarî tevgeriyaye û hatiye xwestin ku bûyer zêdetir bibin. Di îddîanameya ku ji teref 17emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ve hat qebûlkirin de pêwendiya PKK û FETO bi mînakên  eşkere hatin daxuyandin.

Di îddîanameyê de her wiha hat diyarkirin ji sala 2007an pê ve FETO  ji bo ku têkeve nava saziyên stratejîk ên nava dewletê şerê li dijî PKKê li gor berjewendiya xwe bi kar aniye û ji sala 2013an pê ve FETO dev ji vê stratejiya xwe qeriyaye û bûye parastvanê herî mezin a PKKê û niçikên wê û ji sala 2014an pê ve jî li heremên rojhilat û başûrê rojhilat kiryar û sepanên ku karên PKKyiyan hêsan dike kirine.

Di îddîanameya ku hatiye qebûlkirin de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ Li Colemêrgê ji wesayîta polêsan bi avêtina torpîlekê hatiye xwestin ku  xelk tevlî bûyeran bibin. Ji bo pêvajoya çareseriyê bê bidawîkirin li Cizîrê bûyer dane destpêkirin û bi rojan mudaxele li bûyeran nehatiye kirin da ku mirin zêde bibin ku ev yek jî ji bo feydeya rêxistinê hatiye kirin. Li Diyarbekirê di bûyerên Kobanî yên ku di 6-7ê Cotmehê de  ji ceseda Yasîn Boruyê ku hatibû lêxistin û ji avahiyê hatibû avêtin û  ji bûyeran re di wextê wê de bi zanebûn bi derengî û  îhmalkarî nehat kirin  da ku bûyer zêdetir bibin.”

Di îddîanameya ku ji teref 17emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ve hat qebûlkirin de di derheqê pêwendiya PKK û FETO de gelek mînakên wisa hatin nîşandan ku ev yek jî têkilî û pêwendiya di navbera wan de eşkere dike.

Di 6-7ê Cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û hasan Gokgoz ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin ku ew ê  14emîn rûniştina doza ku bersûcên qatil tê de tên darizandin di 22ê Adarê de bê dîtin û tê diyarkirin ku dê di vê rûniştinê de qerar bê dayîn.

Di rûniştina herî dawî yê dozê de ji 41 bersûcan ji her yekê 21 bersûcî re 6 car cezaya hepsê ya girankirî tê xwestin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir