Serokê Şaredariya Stewrê hat girtin
Mehmet Aydin Alokmenê Serokê Şaredariya Stewerê yê ku berî niha di operasyona PKKê de hatibû binçavkirin ji teref mehkemê ve hat girtin.
Di bergeha lêpirsîna PKKê de di 25ê Sibatê de li Mêrdînê li dijî PKKê operasyon hatibû lidarxistin û di operasyonan de Mehmet Aydin Alokmenê Serokê Şaredariya Stewerê jî di nav de kesên bi navê S.Î, H.O, M.Z.G, O.A. û Î.O. hatibûn binçavkirin.
Kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî mehkemê hatin kirin. Mehmet Aydin Alokmenê Serokê Şaredariya Stewerê jî di nav de tev de 4 kes ji teref mehkemê ve hatin girtin.(ÎLKHA)