Li Şirnexê di jêrzemîna malekê de cebilxanederket
Li Silopiya navçeya Şirnexê di jêrzemîna malekê de cebilxaneya aîdî PKKê hat bidestxistin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Şirnexê ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji ber îxbara ku hatiye kirin polêsan li Taxa Barbarosa Silopiyê di ser malekê de girtin, di encama serdegirtinê de di jêrzemîna malê de gelek çek û muhîmatên aîdî PKKê hatin bidestxistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin di serdegirtinê de 2 Biksî, 2 Roketavêjên RPG-7, 6 çekên lûlê dirêj êm bi merqeya AK-47, 3 mayînên antî tanqê, 29 lib muhîmatê roketavêjê, 22 lib bombeyên destan, 6 telefon û gelek zêde muhîmat hatin bidestxistin.(ÎLKHA)