• DOLAR 32.518
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2438.81
  • ...
30 sal e hunermendên xweşnivîsiyê perwerde dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xweşnivîs Mehmet Baliyê ku di Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Entabê de wezîfedar e xweşnivîsiya ku dema xwendekar bû dest pê kiriye ev 30 sal e jî vê kerê li gelek ciyan dide hînkirin.

Balî di derbarê vê mijarê de diyar kir ku xoceyê yekemîn ê vê karê Hz. Alî ye û ev kar karekî Îslamî ye. Ji ber vê yekê ji bo ku vê karê di nav nifşa nû de bide bicîkirin ji xeynî zanîngeh û dibistanan di atolyeya ku bi derfetên xwe saz kiriye de jî qursa xweşnivîsiyê dide xwendekaran.

Balî diyar kir ku wî di Zanîngeha Selçuklu ya Qonyayê xwendiye û li Qonyayê dest bi vê karê kiriye. Dûvre Balî wiha diyar kir: “Dûvre min li Stenbolê ji xocê xwe yê xweşnivîs Kamîl Nazîk îcazet sitand. Dûvre wek biîcazet ez di qadên Silûs, Nesîh û Talîhê de dixebitim. Li Entabê di nav koma xweşnivîsê de dixebitim. Ez di Xana Gumrukê û muzeya senaetên destan ên Şaredariya Şahînbeyê de dixebitim. Di lîseyên Îmam Xatîbê û zanîngehan de ders didim.”

Balî wiha pê de çû: “Xweşnivîs wek hunera xweşnivîsîna Qur’ana Pîroz dest pê kiriye. Wekê ku hûn jî dizanin di Îslamiyetê de ji ber ku hêkel turaşî qedexe ye ji bo ku însan hesta din av xwe ya di derbarê hunera xweşnivîsê de tetmîn bike berê xwe daye hunera xweşnivîsiyê.”

“Di xweşnivîsînê de tama cinetê heye”

Balî diyar kir ku Hz. Alî yekemîn xoceyê hunera xweşnivîsînê ye. Dûvre Balî wiha diyar kir: “Hz. Alî, kâtibe yekemîn ê wehiyê ye. Hz. Alî wiha diyar kiriye; ‘di xweşnivîsînê de tama cinetê heye.’ Xweşnivîs mirov ji stresê dûr dike. Yanî çawa ku mirov tama cinetê bistîne. Piştî ku mirov hunera xweşnivîsiyê hîn dibe her tim dixwaze ku binîvîse. Mirov naxwaze ku wextê bi tiştên beredayî re derbas dike. Kesên ku dest bi hunera xweşnivîsiyê dike nikare dev jê berde. Her wiha îbadet e. Hunereke ne lidijî Îslamê ye. Her tim em bi herfên Qur’anê re eleqeder dibin.”

Balî diyar kir melzemeyên ku di xweşnivîsiyê de tên bikaranîn ji kevneşopiya hezar salan maye ne. Dûvre balî wiha destnîşan kir: “Di xweşnivîsiyê de kaxiza ahariyê tê bikaranîn. Em vê kaxizê jî 6 caran bi sipîtayiya hêkê ahar dikin. Piştî 6 mehan em li ser kaxizên xwe dimnîvîsin.”

Balî di encama axavtina xwe de diyar kir ku ew di qada xweşnivîsînê de gelek xwendewar perwerde dikin. Dûvre Balî wiha pê de çû: “Em di vê heyamê de ders didin xwendekaran. Lewra li bajareke mezin a wekê Entabê bes yek-dû xweşnivîs hene. Ev pirr kêm in. Daxwaziya gel heye. Gelek kes hêj hunera xweşnivîsiyê nizanin. Hinek ziyaretwanên ku tên vir diyar dikin ku yekemîn car e ew hunera xweşnivîsiyê dibînin.”

Xwendekara Îmam Xatîbê Şeyma Kurtoglu wiha axivî: “Ez di nav heftiyê de diçim dibistanê û dawiya heftiyê jî têm qursa xweşnivîsiyê. Ji ber ku hunera xweşnivîsiyê pirr xweş e hînbûna vê hunerê jî xweş e. Rastî jî hunereke ya ku bala herkesî dikişîne ye. Em rewsiye dikin ku herkes hîn bibe.”

Abdullah Kurtogluyê xwendekarê hunera xweşnivîsiyê wiha axivî: “Ji ber ku Erebî bala min dikêşe ez têm kursa hunera xweşnivîsiyê. Mamoste û hevalên min jî tên vê derê.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir