• DOLAR 32.556
  • EURO 34.948
  • ALTIN 2440.38
  • ...
"Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê Lûtkeya Alimên Îslamê yên Navneteweyî ya bi temayên ‘Aşitî, Edalet, Azadî’ hat lidarxistin. Serokwezîrê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormezê ku beşdarê lûtkeyê bû destnîşan kir dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.

Gormezê ku beşdarê lûtkeyê bû di derbarê edaletê de daxuyaniyên girîng da. Gormez diyar kir ku edalet îmana dewletan e. Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.

Gormez wiha diyar kir: “Berhema herî mezin a aşitiyê edalet e. Yan jî berhema herî mezin a edaletê aşitî ye. Mimkûn nîne ku mirov termên aşitî, edalet û azadiyê ji hev veqetîne. Diyar nîne ku jijan sedema kîjan e. Yan jî kijan encama kîjan yekê ye. Aşitî sedema edaletê ye. Edalet ancama aşitiyê ye. Dema ku hirrîyet tunebe edalet jî tune. Edalet tunebe aşitî jî tune. Ev termên bingehî yên Îslamê ne. Wekê ilm, hîkmet, merîfet, merhamet û wehdetê. Wekê ku Hz Omer diyar dike. Edalet îmana dewletê ye. Kufrên dewletê zulm in. Dewleta ku edaletê ji dest bide îmana xwe jî ji dest dide.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir