• DOLAR 32.297
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2412.876
  • ...
PKK li Şingalê êrîşî Pêşmergeyan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê ve hat destnîşan kirin YBŞyê niçikê PKKê li Şingalê êrîşî Pêşmergeyan kir. Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê ve hatiye dayîn de hat ragihandin “Di 2ê Adara 2017an de dema ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herema Sûnûnê cîguhertina ji rêzê dikir ji teref komeke ku girêdayê PKKyê ve hat xwestin bê astengkirin û dû re jî êrîşa çekdarî li Pêşmergeyan hat kirin.”

“Li ser axên Kurdistanê  di dema cî guhertina hêzan de em ji tu kesî destûr naxwazin”

Di berdewama axavtinê de hat destnîşan kirin ‘Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê azad in’ û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Li ser axên Kurdistanê  di dema cî guhertina hêzan de em ji tu kesî destûr naxwazin. Pêşmergeyên Kurdistanê, wezîfeya xwe ya parastina Kurdistanê bi cî tînê. Tu niyeta me ya derxistina pevçûnê tuneye û em naxwazên li heremê jî pevçûn derkeve.”

Di pevçûna ku di encama êrîşa YBŞya PKKê derket de PKK/YBŞyîyek hat kuştin û 4 Pêşmerge tev de 7 kes  jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir