• DOLAR 32.562
  • EURO 34.99
  • ALTIN 2446.021
  • ...
Dapîra Êlihî: Xweda wekîl e min ceyrana qeçax bikar neaniye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hemwelatiyên ku li gundên girêdayê navçeya Gercewsa Êlihê dijîn diyar kir digel nekaranîna wan a ceyrana qeçax personelên Dîcle EDAŞê belesebeb ji wan re zêde fature birrîne. Ji ber vê yekê ew wek gundî pirr mexdûr bûne.

Temamê nişteciyên Gundê Bagasêya girêdayê Gercewsê diyar kirin ku ji gelek gundên hawîrdor re bi binasiya ku ceyrana qeçax emilandine fature hatiye birrîn. Her wiha gindiyan diyarkirin ku personelê Dîcle EDAŞê neçûne hinek malan. Lê digel vê yekê ceza ji wan re hatiye dayîn.

Hava Bulceya 74 salî diyar kir ku makînekî wê ya ku bi ceyranê bişixule tune û ji xwe îhtiyaciya wê bi ceyrana qeçax jî tune. Lê digel vê yekê jê re ceza hatiye birrîn.

“Hema hema ji hemî gundên gercewsê re ceza hatiye nivîsandin”

Dapîra Hava diyar kir ku 3 meh carek meaşê pîrbûnê distîne. Dûvre dapîra Hava wiha axivî: “Qet eşyayên min tune. Dê ez çawa vê cezaya ku ji min re hatiye dayîn bidim. Ez nexweşim. Yek telîsekî dermanê min heye. Ez 74 salî me û tenê serê xwe dijîm. Xweda wekîl e min ceyrana qeçax bikar neaniye. Ceyrana min a qeçax tune. Eşyayên min ên ku dê ez bi ceyranê bidim xebatê tune. Xweda wekîl e ku utu, firin û makîneya min a cilan jî tune. Ez cil û bergên xwe jî bi destê xwe dişûm. Dema ku ez li malê tenê bi serê xwe bûm min bihîst k deng tê. Kesekî li ber saetê bû. 2 kes jî li hewşê sekinandî bûn. Min xêrhatin li wan da. Piştî ku wan jî rewşa min pirsîn derketin çûn. Dûvre gundiyan diyar kirin ku ji min û ji gundiyan re hezar û 500 TL ceza birrîne.”

Dapîra Hava diyar kir ku personelên Dîcle EDAŞê neçûne li hinek malan. Lê digel vê yekê wan ceza birrîne. Ji ber vê yekê bertek nîşan da

“Em vê neheqiyê qebûl nakin”

Mehmet Bulceyê xizmê dapîra Hava diyar kir ku dê gundî van fatureyan ranezînin. Dûvre Bulce wiha li axavtina xwe zêde kir: “DEDAŞ ji hemî gundan re ceza birriye. Ji hemî xaniyên di gundê me de nêzî 15 hezar TLyan ceyran birîne. Ji dayîka min a pîr û xaltîka min re ceza nivîsîne. Pirraniya wan nikarin vê cezayê bidin. Rewşa gundiyan wek aborî nebaş e. Hinek ji wan nikarin debara xwe jî temîn bikin. Dê çawa hezar û 500 TLyê razînin?”

“Em dixwazin ku dewlet alîkariya me bike û dawiya zulma DEDAŞê bîne”

Bulce diyar kir ku pirraniya nişteciyên gund sobe bikar tînin. Dûvre Bulce wiha destnîşan kir: “Makîneya cilan, utu û sobeyên wan ên ceyranê tune. Wek elektronîk televîzyon, avsark û ampulên wan hene. Pirraniya wan extiyar in û ji xenê meaşê extiyariyê tu dehata wan tune. Ji pirraniya wan re hezar û 500 TL ceza hatiye. Ev zulm e. Em dixwazin ku dewlet alîkariya me bike û dawiya zulma DEDAŞê bîne.” (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir