• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Em ji bo berjewendiyên unsurên biyanî pêşaroja xwe navêjin xeterê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Pakîstanê beşdarê Civîna Lîderên Saziya Hevkariya Aborî ya 13 emîn bû. Erdogan wiha ragihand: “Em ji bo berjewendiyên unsurên biyanî pêşaroja xwe navêjin xeterê.”

Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Pêwîst e ku em li dijî kesên ku hewl didin herêma me di çarçova irq û mezhebî de têxin nav şerê û mirov ber bi reqabet û qaosê ve dibin baldar bibin. Em ji bo berjewendiyên unsurên biyanî pêşaroja xwe navêjin xeterê. Wezîfeya me ya ewil ew e ku em xwîna di  şerê ku li erdnîgarên wekê Sûrî, Iraqî Yemen, Lîbya diherikin de bidin sekinandin û agira fitneyê bidin tefandin.”

Serokkomar Erdogan diyar kir ku di bergeha saziya her sal tê lidarxistin de gelek civîn pmk tên lê projeyên muşexes nayên tetbîqkirin. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha pê de çû: “Wek welatên endam di derbarê xwedîderketina li saziyê de hinek pirsgirêkên me hene. Bêguman xwedîderketina herî eşkere ew e ku mirov berpirsyariyên xwe yên bdçeyê pêk bîne.”

“Pêwîst e ku em li dijî kesên ku hewl didin herêma me di çarçova irq û mezhebî de têxin nav şerê bal bibin”

Serokkomar diyar kir çawa ku îro Tirkiye li dijî DAÎŞ, FETO, PKK, PYDê micadele dike divê ku bi heman şiklê mirov bihev re li dijî her cûr terorê wek hevkarî û piştgirî bi hev re tevger bike. Dûvre Serokkomar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku em vê keriya ku însanên mesûm wehşiyane qetil dikin û tu rê, rêbaz û nirx nas nake ji herêma xwe bavêjin. Divê ku em qethiyen misade nekin ku ji ber cinayetên dere însanî yên van rêxistinên teroran navê Mislimanan qirêj bikin û wan bihêlin di bin zenê de. Pêwîst e ku em li dijî kesên ku hewl didin herêma me di çarçova irq û mezhebî de têxin nav şerê û mirov ber bi reqabet û qaosê ve dibin baldar bibin. Em ji bo berjewendiyên unsurên biyanî pêşaroja xwe navêjin xeterê. Wezîfeya me ya ewil ew e ku em xwîna di  şerê ku li erdnîgarên wekê Sûrî, Iraqî Yemen, Lîbya diherikin de bidin sekinandin û agira fitneyê bidin tefandin.” (İLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir