• DOLAR 32.551
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2450.05
  • ...
Dê ji bo kerran qursên Qur'anê vebin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajarê Diyarbekirê Burhnan Îşlîyen diyar kir ku dê li bajêr qursa Qur’anê vebe û di vê bergehê de dê 34 personel perwerdehiya zimanê îşaretê bistînin. Personelên ku perwerdehiya xwebiqedînin dê dûvre dersên Qur’ana Pîroz û ilmên Îslamî bidin kesên kerr.

Îşlîyen diyar kir ku qursên wan ên ji bo kesên kor didomin. Ji bo ku kesên kerr jî perwerdehî bistînin ew hewl didin û dê di vê bergehê de 34 personelên miftîtiyê perwerdehiyha zimanê îşaretê bistînin.

“Em hewl didin ku Xweda, Qur’ana Pîroz, pêxember û termên manewî bi wan bidin heskirin”

Îşlîyen diyar kir ku ji bo her umrê qursên wan hene. Dûvre Îşlîyen wiha pê de çû: “Bi taybet ez dixwazim ku bibêjim îsal em di derbarê perwerdehiya zarokên me yên 4-6 salî de li pêş ketine. Ez ji kesên xêrxwaz, karsaz û parlementerên ku keda wan di vê yekê de hene re teşekur dikim. Ji 600 xwendekarên ku umrê wan 4-6 sal in tên qursên me û em hewl didin ku Xweda, Qur’ana Pîroz, pêxember û termên manewî bi wan bidin heskirin. Zarok him dilîzin û him jî ilmên dînî hîn dibin. Ew ji hînbûnê zêdetir exlaqa xweş hîn dibin.”

Îşlîyen diyar kir ku çûn û hatina zarokên kor ên ku qursên wan didomin bi serwîsan pêk tê û dûvre diyar kir ku di derbarê vê mijarê de jî Midûrtiya  Bajêr a Malbat û Polîtîkayên Civakî piştgirî dide wan.

“Me kerran jî daxîlê vê xebatê kir”

Îşlîyen diyar kir ku îsal wek midûrtî wan kerran jî daxîlê vê xebatê kirine. Dûvre Îşlîyen wiha ragihand: “Ji teref hevalên me yên hîndekar ên pispor ve ji bo koran qursên me yên Qur’anê didomin. Her wiha em hewl didin ku qursên wiha vekin. Me îsal kerran jî daxîlê vê xebatê kir. Me di derbarê peydakirina hîndekarên ku zimanê îşaretê dizanin zehmetî kişand. Mamosteyekî yê ku di dibistana kerran de maostetî dike jî alîkariya me kir. Me niha qursa xwe vekir.” (ÎLKHA) 









Bu haberler de ilginizi çekebilir