Mexdûriyetaheyama 28ê Sibatêhêj berdewam dike
Kesê ku mexdûrê 28ê Sibatê ye destnîşan kir mexdûriyetamelayên ku di 28ê Sibatê de ji wezîfê hatibûn girtin hêj berdewam dike û nexasim hêj xebatkarên diyanetê ji wezîfê re nehatine îadekirin.
Zekî Dînçê ku di 28ê Sibata 1997an de li Çewlîgê melatî dikir destnîşan kir ji ber ku ew dersa Qur’anê dida bi rojan îşkence lê hatiye kirin û ew bi salan di girtîgehê de hatiye girtin. Dînç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir mexdûriyeta melayên ku di 28ê Sibatê de ji wezîfê hatibûn girtin hêj berdewam dike û nexasim hêj xebatkarên diyanetê ji wezîfê re nehatine îadekirin.
Dînç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew 26 rojan di binçaviyê de maye û di van 26 rojan de gelek îşkenceyên psîkolojîk û fîzîkî lê hatiye kirin. Dînç her wiha diyar kir ew 5 salan di girtîgehê de maye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di pêvajoya darbeya post modern de min li Çewlîgê melatî dikir. Ji ber wezîfeya min min li camiyê dersa Qur’anê dida zarokan. Ev tişt di çavên zaliman de çûbû. 12 birayên me mela yên ku li Çewlîgê melatî dikirin surgunî bajarên Karadenîzê kirin. Hêj em neçûbûn wê derê, ji yên li wê derê re gotibin ku ‘ji rojhilat melayên terorîst tên.’ Hemd ji Xweda re me li wê derê jî wezîfeya xwe bi şikleke baş bi cî anî û xelkê heremê teqdîr kir.”
“Pêvajoya 28ê Sibatê pir nexweş bû”
Dînç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pêvajoya 28ê Sibatê pir nexweş bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me di wan rojan de melatî dikir. Gelek birayên me yên doxtor, endazyar û gelek xwişkên me yên bi hîcab ji ber baweriya wan zilm li wan diaht kirin Her wiha gelek hevalên me jî surgun kirin û avêtin girtîgehê. Bila kesên ku li ser medyayê û li qadên din edebiyata 28ê Sibatê dikin vê yekê ji bîr nekin heta însanên ku di 28 ê Sibatê de zilm li wan hatiye kirin û di girtîgehê de ne neyên serbestberdan ne mimkun e ku qala mexdûriyeta 28ê Sibatê bê kirin. Temamê hevalên me mexdûr bûn. Camiayên ku Îslamê dijiyan tev zirar dîtin. Aktorên 28ê Sibatê me bi dek û dolaban bi îftîra, komplo û kumpasan avêtin girtîgehan. Hêj birayên me yên ku di girtîgehê de ne hene. Îro divê em bêtirs wan bînin ziman.”
Dînç di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir heta ku mexdûriyet neyên çareserkirin ne mimkun e ku qala 28ê Sibatê bê kirin. Dînç dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Mexdûriyet nayên çareserkirin ku yek ji van jî Serokatiya Karên Diyanetê ye. Mixabin kesên ku wê rojê ji wezîfeya xwe hatin avêtin hjê wezîfeya wan ji wan re nehatiye îadekirin.”(ÎLKHA)