• DOLAR 32.446
  • EURO 34.737
  • ALTIN 2440.848
  • ...
Di salên dawî de firotina çekan pirr zêde bûye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dinyayê de firotina çekan pirr zêde bûye û bi taybet di nabeyna salên 2012-2016an de tacirtiya çekan gor 5 salên berê ji sedî 8,4 zêde bû.

Gor daxuyaniya ku Ensitutuya Lêkolîna Aştiyê ya Stockholm (SIPRI) daxuyand  ticareta kureyî ya çekan di sala 2016an de piştî Herba Rageşiyê giha asta herî bilind.

Di nabeyna welatên ku çek îxrac dikin welatên herî mezin DYE, Ûris, Çîn, Fransa û Almanya ne. Firotina çekan ji sedî 74 ji teref van dewletan ve pêk tê. Welatên ku herî zêde çek distînin jî welatên Asya û Rojhilata Navîn in. Di dinê de welatê ku herî zêde çek distîne Hindîstan e û ya di rêza duyemîn de Siûdî Erebîstan e.

DYE herî zêde çek difroşe welatên Rojhilata Nevîn

DYE, di tacirtiya kureyî de xwediyê behra ji desî 33 ye. Firotina çekan a DYEyê di nabeyna salên 2012- 2016an de wek rêje ji sedî 21 zêde bûye. DYE, herî zêde çek difroşe 100 welatan. Ji pisporên SIPRIê Aude Fleurant di derbarê mijarê de diyar kir ku bes DYE ev qas zêde çek difroşe û nîvê van çekan difroşe welatên Rojhilata Navîn.

Behra Ûris a di derbarê çekfirotinê de jî ji sedî 23 ye

Behra Ûris a di derbarê çekfirotinê de jî wek rêje nêzî ji sedî 23 ye. Çîn jî di van 5 salên herî dawî de ji sedî 74 rêjeya çekfirotinê zêde kir. Çîn bi vê rêjeyê di derbarê firotinaçekan de li dinê ket rêza 3 yemîn a ji welatên ku herî zêde çek difroşe.

Gor rapora SIPRIê îxracata çekan a Almanyayê di sala 2016an de giha asta herî bilind. Lê gor van 5 salên herî dawî wek rêjeya ji sedî 36 li paş ketiye. Almanyaya ku di nabeyna salên 2007 – 2011an de li cîhanê di qada çekfirotinê de xwedî rêza 3 yemîn bû çek firotiye 60 welatan.

Hindîstan welatê ku herî zêde çek distîne ye

Sitandina çekan a Hindîstanê di 5 salên herî dawî de ji sedî 43 zêde bû. Welatên Asya û Okyanusyayê sitandina çekan ji sedî 7,7 zêde bû. Bi vê yekê re rêjeya wê ya îdxalata kureyî giha ji sedî 43yan.

Siûdî Erebîstan 2 yemîn welatê ku herî zêde çek distîne ye

Rêjeya çeksitandinê ya welatên Rojhilata Navîn di 5 salên herî dawî de ji sedî 86 zêde bû. Siûdî Erebîstan 2 yemîn welatê ku herî zêde çek distîne ye. Welatê sitandina çekan ji sedî 212 zêde kir.

Qatar sitandina çekan zêde kir

Her wiha hat diyarkirin ku qatar sitandina çekan di 5 salên herî dawî de ji sedî 245 zêde kiriye. Gor rapora SIPRIyê ji welatên Afrîqayê herî zêde Nîjerya, Sudan û Etîyopya çek distînin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir