• DOLAR 32.57
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2450.465
  • ...
Li Lîceyê 2 wesayîtên ji bombeyan dagirtî hatin bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Lîceya Diyarbekirê di encama serdegirtin û operasyonên ku hatin lidarxistin de 2 wesayîtên ji bombeyan dagirtî yên ku dihat nirxandin dê di êrîşên bombeyî de werin bikaranîn hatin bidestxistin.

Ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku doh li çolwara gundê Bîrlîka girêdayê Lîceyê ji teref cendirmeyan ve serdegirtin û operasyon hatine lidarxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku 2 wesayîtên ji bombeyan dagirtî yên ku dihat nirxandin dê di êrîşên bombeyî de werin bikaranîn û di 5 noqteyên jihev cuda de di nav warêlan de 232 kîlo kubar, 98 kîlo esrar hatine bidestxistin. (ÎLKHA) 















Bu haberler de ilginizi çekebilir