• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
13emîn niştina doza Yasîn Boru dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di 6-7ê Cotmeha 2014an de bi banga Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demîrtaş terefarên PKK/HDP xwe berdabûn kolanan û bi şikleke wehşî û hovane Yasîn Boru, Hasan Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz qetil kirin. Di doza ku tê de 41 kes dihatin darizandin de mutala hat dayîn. Darizandin li Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê di seat 10.00an de dest pê kir.

Di îdianameya dozê de 19ê wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin û di idîanameyê de tê diyarkirin ku di 7ê Cotmeha 2014an de li Diyarbekirê Yusuf Er, Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ji teref PKKê ve dûçarê êrîşê bûne. 

Heftiya borî Dozgerê Komare Abdurrahman Yalçin mutalaa pêşwazî mehkemê kiribû.

Li gor mutalayê ji 23 bersûcan re 6 caran muebbeta girankirî  û ji 14 kesan re jî beraat hat telebkirin.

 Navên kesên ku cezaya muebbet ji wan re tê xwestin: Abdurrahîm Pamuk, Sedat Çoban, Mehmet Şah Yuce, Umît Doganay, Remzî Ozşan, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Alî Karakurt, Erkan Balaban, Resul Savur, Alî Guler, Ahmet Tura, Mehmet Çaglar, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Ridvan, Ugur Doganay, Mecnun Akkoyun û zarokên bi navê Y.O, F.G, A.S, M.D. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir