• DOLAR 32.534
  • EURO 34.955
  • ALTIN 2438.668
  • ...
 "Hêj ku bavê min neçûye rehma Xweda bila kekê min wî bibîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sabrî Dayanê bavê Mustafa Dayanê ku di sala 1995an de di Fakulteya Tibê de bû ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat binçavkirin û dûvre cezaya sermedî jê re hat dayîn ji ber ku 2 demar di mejiyê wî de xitimîne felç bûye.  

Jin û lawê biçûk ên Sabrî Dayan diyar kirin ku ew di nexweşxanê de ye û rewşa wî xedar e û ev çandîn sal e ku ew di kesera lawê xwe de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku hêj ku bawê Mustafa Dayan wefat nekiriye bila were bavê xwe bibîne. Dûvre ji bo vê yekê jî wan bang li rêvebiran kirin ku çareserî ji bo vê yekê bibînin.

Azîze Dayan diyar kir ku lawê wê belesebeb hatiye cezakirin. Ji ber vê yekê ew pir mexdûr bûne û mêrê wê jî ji ber vê yekê dûçarê nexweşiyê bûye. Dûvre Dayan wiha pê de çû: “Mêrê min ji bo lawê min pir diqeheriya. Her tim mexdûriyetên wî dianî ziman. Dixwast ku ew were serbestberdan. Diyar dikir ku sûcê lawê wê tune û bila ji nû ve dosyaya wî vekin. Her roj qala lawê xwe dikir. Çendîn sal e lawê min di girtîgehê de ye. Xweda heqê me ji wan re nehêle. Ez dixwazim ku lawê min were bavê xwe bibîne. Rewşa bavê wî baş nîne. Dê bavê wî kesera lawê xwe de wefat bike. Dê û bavê nêzî 20 mehkûman bi vê hesretê ji dinê koç kirin. Kezeba me dişewite.”

Hanîfî Dayanê birayê Mustafa Dayan diyar kir ji ber ku kekê wî belesebeb têxistine hepsê bavê wî wiha nexweş ketiye.

Dûvre Dayan wiha li axavtina xwe zêde kir: “20 sal dê û bavê min ji bo dîtina kekê min êûn hepsê û hatin. Ji bo rewşa kekê min dê û bavê min pir diqeherîna. Ji ber vê yekê bavê min nexweş ket. Lewra ciyên ku dê û bavê min diçûna wir girtîgeh bûn û ji Diyarbekirê pirr dûr bûn. Ji ber çûn û hatinê û kalbûna wî niha bavê min di nexweşxaneyê de ye.”

Dayan ji bo ku kekê wî were bavê xwe yê nexweş bibîne bang li rêvebiran kir. Dûvre Dayan wiha destnîşan kir: “Ez ji vir bang li rêvebiran dikim. Heke kekê min ê Mustafa yê di girtîgehê de ye û bavê min ê nexweş bi hev bidin dîtin pirr baş dibe. Lewra bi xwe 21 sal e ku di girtîgehê de ye. Bavê min wî 21 sal ziyaret kir. Bila heke yek car jî bibe kekê min were bavê min ziyaret bike û jê helalî bixwaze.”

Dayan ragihand ku kekê wî belesebeb di girtîgehê de radizê. Dûvre Dayan wiha pê de çû: “Em jî wekê malbatên Yusufî yên din ji nû ve darizandin dixwazin. Telebekî me ya din tune. Bila li berê mêze bikin û bibînin gelo ev çim adi girtîgehê de ne? Sûcên van însanan çiye?”

“Ev e edaleta we?”

Sabrî Dayanê di nexweşxaneyê de salên berê ji ÎLKHAyê re axivîbû. Dayan wiha ragihandibû: “Heke lawê min sûcdar e, zirarê daye însanan dê wê çaxê ez jî bibêjim ev vê cezayê heq dikin. Lê hikûmeta zalim a wê çaxê zulm li Mislimanan kir. Hikûmeta niha jî vê yekê dizane. Lawê min çendîn sal e belesebeb di girtîgehê de tê girtin. Êdî bes e em jî kal bûn. Ez bûm 70 salî. Ez nexweşê diyabetê me. Lingên dayîka wî diêşên. Ji ber ku dayîka wî ji her du lingên xwe ameliyat bûye êdî ne ez û ne jî ew em nikarin biçin dîtina wî. Bi sedan kes wekê lawê min di hindir de ne. Bes e êdî. Çareseriyekî ji kesên ku di girtîgehê de ne re bibînin. We dosyaya Ergenekonê vekir û wan ji nû ve darizand. Dewlet dizaniya ku ew hemî sûcdar in. Wan dixwestin ku hikûmetê xera bikin. We wan hemî kesan serbest berdan. Hûn ji bo ku zarokên dînê Xweda bi însanan didan zanîn di hindir de digirin. Ev e edaleta wê?” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir