• DOLAR 32.552
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2448.868
  • ...
Nisêbînî dixwazin sozên ku hatine dayîn bên bicîanîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîştecihên navçê yên ku di malên xwe yên ku ew bi îmkanên xwe wan tamîr kirine de rûdinin destnîşan kirin hêj nediyar e ku ka malên wan bên xerakirin an na û soza ku ji wan re hatiye dayîn bila bê bicîanîn.

Xalit Ozerê ku ji ber pevçûnan mala wî zêde zirar nediye di derbarê mijarê de destnîşan kir 40 malên wan zêde zirar nedîtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî hat Nisêbînê me pê re peyivî. Ji me re got ku ‘dema xebatên lêgerînê xelasbûn re hûn dikarin biçin malên xwe.’  Bi me qeyda telefonê jî heye. Ev 3 meh e ku em nikarin biçin malên xwe. Me ji 40 malan 30 malan tamîr kir û em dixwazin bikevin malên xwe. Bila mala me xera nekin. Em bi xerakirinê re rûbirû mane.  Em demildest ji rayedaran vê yekê dixwazin bibîhîsin ‘Hûn êdî dikarin di malên xwe de rihet rûnin.”

 “Em li kolanan mane, bila malên me xera nekin”

Suzan Akgunduzê ku diyar kir ew digel zarokên xwe li kolanan maye û ji mala xwe bûye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Hûn ê çima mala min a 4 qetî xera bikin û hûn ê çima maleke 4 qetî bidin min? Tu him dewletê dixe xisarê û him jî min. Ez naxwazin mala min xera bikin. Ev mehek e ku ez bi derfetên xwe hewil didim mala xwe tamîr bikim. Kî were nikarî min  ji mala min derxîne. Em rezîl û perîşan bûne. Tu kes deriyê xwe ji me re venake. Em ji bilî deriyê dewletê biçin kû derê? Hûn hatin vê derê û we soz da me û we got ku ‘malên ku xira nebûne em ê xera nekin.’ Mala min hindik zirar dîtiye çima mala min xera dikin?”

Kesê bi navê Alî Akgunduz jî di derbarê mijarê de destnîşan kir Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî jı wan re soz daye û bila ew sozên ku hatine dayîn bên bicîanîn û mişkîleyên wan bên çareserkirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir