"Enflasyon netîce û faîz jî sedem e"
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di şûraya Îqtîsada Tirkiyê ya TOBBê de destnîşan kir enflasyon netîce û faîz jî sedem e.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan polîtîkayên faîzê yên li Tirkiyê rexne kir û destnîşan kir:”Ji ber vê polîtîkaya faîzê welat pêşve naçe. Di ya rastiyê de polîtîkaya faîzê alava mêtinê ye. Enflasyon netîce û faîz jî sedem e. Ez ji vê yekê ne razî me. Ez bawer dikim em ê hemû di bin sîwana TOBBê de micadele bikin. Her wiha ez bawer dikim hikûmeta me dê gavên pêwîst bavêje.”(ÎLKHA)