• DOLAR 32.457
  • EURO 34.864
  • ALTIN 2448.182
  • ...
Memur-Sen sînora birçîtî û belengaziyê eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gor tehqîqata sînora birçîtî û belengaziyê ya ku her meh bi şiklekî rêkûpêk ji teref Komîsyona Memur-Senê ve pêk tê li Tirkiyê sînora biçîtîya malbatekî 4 kesî hezar û 677 TL, ya belengaziyê jî 4 hezar û 589 TL ye.

Gor tehqîqata ku ji teref Komîsyona Memur-Senê ve hatiye kirin di meha me çileya paşîn de gor meha berfanbarê bihayên madeyan de bi vê şiklê zêdebûyîn çêbûye:

Gor tehqîqatê di meha çileya paşîn de di qada madeyên xurekê de ji sedî 8,42; ya qada gihanê ji sedî 6,48 û madeyên perwerde-çandê de ji sedî 3,04 zêdebûyîn çêbûye.  

Di rapora ku hat weşandin de hat destnîşankirin ku herî zêde di madeyên ragihanê de zêdebûyîn çêbûye. Rêjeya vê zêdebûnê wek ji sedî 84,93 hat diyarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di qada cil ûbergan de daketin çêbûye. Ev rêjeya daketinê wek 6,06 hat diyarkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ev zêdebûyîn di qada madeyên germbûnê de jî çêbûye. Rêjeya germbûyînê wek ji sedî 3,68 hat diyarkirin. Di qada tendirûstiyê de jî ev zêdebûyîn wek ji sedî 6,17 hat ragihandin.

Di dawiya raporê de hat destnîşankirin ku bihayê madeyên paqijiyê ji sedî 8,98 û madeyên hawîrdor û madeyên avê de jî ji sedî 2,31 zêdebûyîn çêbûye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir