Bi tonan komir hat bidestxistin
Li Dîlokê kontrolkirina wesayîtan pêk hat. Di encama kontrolkirinê de 337 ton komirên qeçax ên ku dê bihatiba firotin hat bidestxistin.
Li ser Rêbeja Dîlok-Nîzîpê di encama kontrolkirina ku pêk dihat de 337 ton komirên qeçax ên ku dê bihatiba firotin hatdîtin.
Hat ragihandin ku tîmên Midûrtiya Bajêr ê Hawîrdor û Bajarvaniyê û Serokatiya Daîreya Zabiteyên Şaredariya Mezin dest danîne ser komirê. Her wiha hat destnîşankirin ku komiran ji vir kişandine Depoya Yedîemînêya li Sîteya Komurculerê. (ÎLKHA)