Zarokê ku di bin dîwar de ma jiyana xwe ji dest da
Li gundekî Kahtaya Semsûrê zarokê ku di bin dîwar de ma jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin du birayên bi navê Yusuf Hamza Yildirim(10) û Bîrdal Yildirim(8) digel bavê xwe ji bo taziyê çûnd gundê Gulahmeta Kahtayê. Her du bira dema ku di bin dîwar de ji xwe re dilîstin dîwar di ser wan de hat xwarê. Ji her du birayên ku di bin dîwar de man Bîrdal Yildirim(8) jiyana xwe ji dest da û Yusuf Hamza Yildirim(10) jî birîndar bû.(ÎLKHA)