• DOLAR 32.501
  • EURO 34.939
  • ALTIN 2439.752
  • ...
Kesên di îmtîhana sîyerê de ketibûn derecê ji Umrê vegeriyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

28 kesên ku par di îmtîhana sîyerê ya ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatibû lidarxistin de ketibûn derecê bi Organîzasyona Hecc û Umrê ya Înzarê çûbûn Umreyê. Piştî seyahata 15 rojî kesên ku çûbûn Umrê doh vegeriyan.

Nûnerê Organîzasyona Hecc û Umrê ya Înzarê Mehmet Duyu di derbarê mijarê de wiha axivî: “Xweda ji Platforma Evîndarên Pêxember razî bibe. Wekê her salan îsal jî îmtîhana sîyerê lidar xistin. 200 kes beşdarê vî îmtîhanê bû. Xebatekî pirr bi xêr e. Em her sal hevalên me yên ku dikevin derecê dibin Umrê.”

“Tenefuskirina manewiyatê hestekî cuda ye”

Yasemîn Tuzan diyar kir ku xwendina jiyana Hz. Pêxember xelatekî pirr mezin e. Dûvre Tuzan wiha destnîşan kir: “Ez di îmtîhana sîyerê de di qategoriya duyemîn de têketim îmtîhanê û serketim. Hestekî cuda ye ku mirov bi keda xwe bi xwe biçe axên pîroz û manewiyata wir tenefus bike. Dîtina mekana Resûlê Xweda hestekî pirr xweş e. Xweda ji kesên ku ji vê yekê re bûne wesîle razî bibe.”

Hasan Yavuzê ku di Îmtîhanê de bibû duyemîn wiha destnîşan kir: “Di serî de min ji ber kar û perwerdehiya xwe digot ez naçin. Lê dema karên min li rê neçû ez jî çûm Umrê. Dema ez diçûm di xeyala min de her tim Kabe hebû. Me çavên xwe girt em têketin Kabê. Li wir me dema çavên xwe vekir tekbîran anî.”

Halîl Gergînê ku ji qefîlê re serokatî dikir wiha diyar kir: “Kesên diçin Umrê ji axên pîroz re dibin mêvan û ji bo ziyareta Pêxember diçin. Bi hedîseyên bi îbret vedigerin. Me rê da nîşnê birayên me yên ku îmtîhanê qezenc kirine.”

“Kabe, ew ciye ku mirov li wir ji gunehan paqij dibe”

Nasuh Sevînîkê ku ji Cizîra Şernexê beşdarê qefîlê bibû wiha axivî: “Pêwîst e ku mirov salê carekî biçe Umrê. Atmosferekî cuda û manewiyatekî cuda li wir heye. Divê ku her kes vê yekê bibîne. Bi gotinan mirov nikare diyar bike. Tatîla herî xweş ya li vir e. Kabe, ew ciye ku mirov li wir ji gunehan paqij dibe.”

Veysî Gelîrê ku di îmtîhanê de bibû yekemîn wiha destnîşan kir: “Em çûn axên pîroz. Rêberên me alîkariya me kirin. Em pir kêfxweş bûn.”

Abdullah Tokuş diyar kir ku ew ji Çewlîgê beşdarê îmtîhanê bûye. Tokuş dûvre wiha ragihand: “Çendîn sal e beyta Xweda ya ku em ji piurtûkan dixwînin me ziyaret kir. Ji bo me şerefekî pir mezin bû. Li wir ciyê ku mirov êdî nikare tu tiştî bibêje ye.” (ÎLKHA) 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir