• DOLAR 32.52
  • EURO 35.011
  • ALTIN 2437.401
  • ...
Mislimanan li New Yorkê Trumpê protesto kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mislimanên ku li New Yorka Emrîka dijîn di serî de kesên Yemenî karkerên Misliman dikanên xwe asê kirin û wek qedexe biryara ku Trump di derbarê çûna DYEyê yên hemwelatiyên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya, Yemen, Somalî û Sudan daye de protesto kirin û bi cemaet nimêj kirin.

Li herêma Brooklynê bi hezaran Mislimanan dikanên xwe girtin polîtîkayên ku Serokê DYEyê Donald Trump li dijî penaberan pêk tîne protesto kirin û dûvre nimêj kirin.

Piştî ku komên Misliman li ser medyaya civakî di derbarê vê mijarê de bangewazî kirin ji hezaran zêde Mislimanan xebatên xwe dan sekinandin. Xwepêşanên ku derketin qadan diyar kirin ku dê ji bo hemî Mislimanên ku nikarin vegerin DYEyê û bi heman pirsgirêkê re rû bi rû mane protestoyên xwe bidomînin.

Şexsekî ehlê Yemenî yê ku Trump protesto dikir wiha destnîşan kir: “Li Emrîka koçberekî Yemenî li New Yorkê dijî. Herêma Brooklynê ciyê ku herî zêde Yemenî dijîn e lê li herêmên Manhattan, Queens û The Bronxê jî Yemenî hene. Em tu qedexeyên li dijî Mislimanan qebûl nakin. Ev biryar li dijî mafên însanan e.”

Ji ber ku Trump di derbarê çûna DYEyê ya hemwelatiyên Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya, Yemen, Somalî û Sudanê û penaberên welatên din jî ji bo 120 rojan qedexe kiriye de biryar daye dê ji vir pê ve li bajarên cûr bi cûr ên Emrîkayê protesto werin lidarxistin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir