• DOLAR 32.528
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2442.873
  • ...
Umûd-Der ji malbatên Sûriyeyî re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

3 malbatên Sûriyeyî yên ku tev de 14 nefs in û pêkve di malake kavil û xiraba de hewil didin bijîn di nava perîşaniyê de ne. Lewra malbat ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê reviyan û hatin li Êlihê bi cî bûn. Malbatên Sûriyeyî a niha hewil didin li ser piyên xwe bisekinin û li pêdiviya wan ji alîkariyê re heye. Banqaya Zad a Umûd-Dera Êlihê  piştî ku rewşa malbatên Sûriyeyî ji wan re hat gotin re ji malbatan re alîkarî kir.

 “Em ji bo şeveqê nan distînin lê em ji bo êvarî tiştekî xwarinê nikarin peyde bikin”

Şemse Habîba ku diyar kir ew ji Heleba Sûriyê bêyî tiştekî dane rê û hatine vê derê di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Em berî vê 2 mehan hatin vê derê  Di maleke ku 2 ode û mitbaxeke wê heye de em hewil didin digel 14 nefsan bijîn. Di vê sir û seqemê de tiştekî me ji bo şewitandinê tune ye. Em tenê bi kincên li ser xwe hatin vê derê. Tiştekî me nîne. Kirêya mala ku em lê dimînin 150 lîre ye. Zarokên me dişuxulin da ku  heqê xwarinê derxînin. Lê em ji bo şeveqê nan distînin û ji êvarê em nikarin tiştekî peyde bikin. Mala me dilopan dike. Em ji xêrxwazan dixwazin ji bo mala me dilopan neke bila naylonekê bikşînin li ser banê mala me û ji bo ku em karibin xwe germ bikin bila alîkariya komir û êzingan ji me re bikin. Mêrê min bi nexweşiya gurçikan ketiye û lawê min jî nexweş e. Nikarin bixebitin.”

Bila xêrxwaz ji malbatan re alîkariya komir û êzingan bikin

Serokê Komîsyona Banqaya  Zad a Ûmud-Derê Bereket Şengul piştî alîkariyên ku ji malbatan re hat kirin destnîşan kir xêrxwazek xeber daye wan ku malbateke nû ya Sûriyeyî hatiye û pêwîst e alîkarî ji wan re bê kirin. Şengul dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em jî wek Ûmud-Derê li cihê wê rewşa malbatê tespît kir.  Bi rastî jî me dît ku malbat di nava perîşaniyê de ye. Mala wan ji axê û dilopan dike. Ava berf û baranê rasterast diherike hundir. Me alîkariyên mîna batanî, merş û erzaqên ku kesên xêrxwaz dan me, me jî bir ji malbatên Sûriyeyî re. 3 malbatên ku tev de 14 nefs in  di malekê de dimînin. Em ji xêrxwazan dixwazin bila  ji malbatê re alîkariya komir û êzingan bikin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir